Balafireke bêmirov a biçek deverek li Qamişlo bombe kir; tê gotin birîndar hene

Balafireke bêmirov a biçek a girêdayî artêşa Tirk a dagirker devera li pişt Nexweşxaneya Jiyan-Covid 19 ya bakurê bajarê Qamişlo li nêzî rêya Hîzamê ya bakurê bajêr, bombebaran kir. Li gorî agahiyên destpêkê, hin welatî birîndar bûne.

Balafireke bêmirov a biçek deverek li Qamişlo bombe kir; tê gotin birîndar hene
9 tebax, 2022   10:40
QAMIŞLO

Nûeçgihana me ji cihê bûyerê ragihand ku bombebaran beriya nêzî 15 deqeyan çêbûye û dibe ku di encamê de hin welatî birîndar bûbûn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha têkidarî bûyerê tu daxuyanî nedaye.

Vê sibehê jî balafireke bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk malek li gundê Xerzê yê navçeya Amûdê bombe kiribû.

Di 6`ê Tebaxê de jî balafireke bêmirov a biçek a artêşa Tirk a dagirker li herêma Sîna erebeyek hedef girtibû, di encamê de di nav de 2 zarok û endamekî Dîspilîna Leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk, 4 welatî şehîd bûbûn.

Piştî civîna Tehranê ya di navbera serokên Rûsya, Îran û Tirkiyê de êrişên bi balafirên bêmirov ên biçek ên dagirkeriya Tirk li herêmê zêdetir bûn.

Ev êriş piştî civîna Soçî ya di navbera Pûtîn û Erdogan de dewam kirin.

(cx)

ANHA