Tevgera Hîlala Zêrîn: Em bi tundî êrişên dewleta Tirk şermezar dikin

Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tundî êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û diyar kir ku ew ê tevî şêniyan li hember hewlên dewleta Tirk a dagirker ên têkbirina ewlehî û îstîqrara li herêmê bisekinin û banga girtina qada hewayî ya herêmê kir. ‎

Tevgera Hîlala Zêrîn: Em bi tundî êrişên dewleta Tirk şermezar dikin
9 tebax, 2022   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN ‎

Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û bêdengiya navneteweyî rexne kir.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

"Heta kengî wê civata navneteweyî di xewê de be û rêxistina mafên mirovan û NY’yê wê cîhana xwe ya texmînan de dûrî rewşa heyî û binpêkirinên li dijî mafên mirovan be?

Ew yek jî bi taybet piştî pêşdeçûna mezin a medyayên dîjîtal û bûyer bi pêşbîniyên aliyên diyar ve nehatin girêdan, mîna binpêkirinên dermirovî û destwerdana dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan û AKP’ê li xaka Sûriyê bi giştî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatin. Dewleta Tirk bi rêya balafirên bêmirov zarok, jin û temenmezinan dike armanc.

Armanca dewleta Tirk a dagirker îstîqra pêk neyê, temenê rêxistinên terorîst mîna DAIŞ’ê û hevalbendiyên wê dirêj bibe, piştî ku YPJ, YPG û QSD’ê tevahî planên wan ên bêîstîqrariya li herêmên Rojhilata Navîn, bakurê Sûriyê û rojhilatê wê bi taybet, têk birin.

Her kes têkiliya xurt a di navbera rêxistinên terorîst û Erdogan de dizane. Ew bi hemû cureyan destekê dide ku xewna xwe ya desthilata Osmaniya Nû vegerîne. Bila Erdogan, hemû çete û alîgirên wî bizane ku em destekê didin gelê xwe û em ê li hember hewlên wan ên dagirkriina herêmên me ku demografiya herêmê biguherînin bisekin, mîna li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên din dike.

Em bi tundî binpêkirin û sûcên ku hikumeta AKP’ê ya bi serkêşiya Erdogan li dijî herêmên me yên ewle pêk tîne şermezar dikin, her wiha bêdengiya navneteweyî li hember van kiryaran şermezar dikin. ‎

Em bang li NY’yê, rêxistina mafên mirovan, hemû hêzên û rêxistinên têkildarî mafên mirovan dikin ku bi erkên xwe yên exlaqî û dîrokî rabin û destekê nedin desthilata Tirk û çeteyên wê, da ku karesat li dijî herêmên me pêk neyên. Ji ber wê bandoreke giştî li rewşa Sûriyê bike. ‎

Em bang dikin ku qada hewayî ya herêmê li pêş balafirên şer û yên bêmirov bigirin ku êrişên dewleta Tirk bi dawî bikin." ‎

(dm)