Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya 10 rojan a êrişên li ser Minbicê eşkere kir

Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya 10 rojan a topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gundên Minbicê eşkere kir. Meclisê tekez kir ku gundên bi welatiyan dagirtî hatin tobparankirin.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya 10 rojan a êrişên li ser Minbicê eşkere kir
9 tebax, 2022   10:04
NAVENDA NÛÇEYAN

 Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê îro daxuyaniyek da, tê de bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gundên Minbicê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên Mertala Firatê ji beriya 10 rojan ve binpêkirinên xwe didomînin. Dagirkeran gundên Ereb Hesen, Mihsenlî, Ewn Dadet, Toxar, Hoşeriyê, Cat, Seyadê, Yalinlî, Kawiklî, Kor Hiyûk û Boxa topbaran kirin.

Di 10 rojên dawîn de ev gund bi 81 topên hawanê û bi çekên giran û navîn ji baregehên artêşa Tirk a dagirker ên li gundên Toxar Kebîr, Şêx Nasir, Yaşilî, bê ser û ber hatin topbarankirin. Top li kêleka malên sivîlan dikevin û topbaran rojane dewam dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker binpêkirinên xwe li dijî gundên bi welatiyan dagirtî didomîne, bi taybet gundên li hember eniya şer ku tires di nava xelkê de belav dike.”