HPG'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd bûn eşkere kir û got, " Bi biryardariya ku em ê îddîaya wan a Rêbertiya Azad û Kurdistana azad pêk bînin, em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê xwe re dixwazin.”

HPG'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
9 tebax, 2022   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayên şehîd bûn ev agahî parve kir:

"Di vê serdemê de ku li djiî êrîşên dagirkeriyê yek ji berxwedanên herî bi heybet ên dîroka Kurdistanê tê kirin, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi dayina berdêlên giran ji bo parastina rûmet û armanca azadiyê ya gelê me, şerekî mezin ê îradeyê dikin. Di vî şerê îradeyê de, dewleta Tirk a dagirker li gel teknîka xwe jî li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê wê têk biçe. Artêşa dagirker ku dixwaze şer li tevahiya Herêmên Parastinê yên Medyayê belav bike û bi vî rengî serketinên sexte bi dest bixe, di her saeta rojê de derbên giran ji hêzên me dixwe. Têkoşîna ku hevrêyên me bi fedakarî û baweriyeke mezin dimeşînin, bêguman bi berdêlên giran dewam dike. Hevrêyên me Guven û Vorîn jî bi sekna xwe ya fedaî ya li dijî êrîşên dijmin, erka pêşengiyê ya mezinkirina berxwedana me bi rengekî serketî bi cih anîn. Heta nefesa dawî bi baweriya bi felsefeya Apoyî şer kirin û şehîd bûn. Em soz didin ku têkoşîna van hevrêyên xwe yên hêja teqez bi ser bixînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Guven Doza

Nav paşnav: Cancel Dûrsûn

Cihê jidayikbûnê: Kocaelî

Dayik-Bav: Fatma-Mehmet Zekî

Dem û cihê şehadetê: Tîrmeha 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

Nasnav: Vorîn Qesasê Welat

Nav paşnav: Rakîp Kûşlû

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Emîne-Alîhan

Dem û cihê şehadetê: Tîrmeha 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Bi biryardariya ku em ê îddîaya wan a Rêbertiya Azad û Kurdistana azad pêk bînin, malbatên hêja yên hevrêyên me Guven û Vorîn di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."