Telat Yûnis: Civînên Tehran û Soçiyê lihevkirinên kûrkirina aloziyê û parçekirina erdnîgariya Sûriyê ne

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê tekez kir ku civînên Tehran û Soçî veguherîn civînên ji bo kûrkirina krîza Sûriyê û peymanên parçekirina xaka Sûriyê. Telat her wiha bang li hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hember êrişên qirkirinê bisekinin û li ber xwe bidin.

Telat Yûnis: Civînên Tehran û Soçiyê lihevkirinên kûrkirina aloziyê û parçekirina erdnîgariya Sûriyê ne
9 tebax, 2022   07:48
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

Piştî civîna sêalî ya di navbera serokên Tirkiye, Rûsya û Îranê di 19'ê Tîrmehê de li paytexta Îran Tehranê û civîna Soçî ya ku di 5'ê Tebaxê di navbera Tirkiye û Rûsyayê de hat lidarxistin, êrişên dagirkeriya dewleta Tirk li ser xeta sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de zêde bûne.

Duh duşemê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek gundên girêdayî bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji kantona Şehba bigire û heta kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê, bombebaran kirin. Di encamê de ziyanên madî çêbûn û welatiyek ji gundê Til Zîwan ê bajarê Qamişlo birîndar bû.

BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ ALOZIYA SÛRIYÊ KÛRTIR DIKE

Têkildarî van êrişan, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telat Yûnis got: "Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê me bênavber rastî êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker tên. Ev jî berdewamiya polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê me û hewldana têkbirina projeya demokratîk a herêmê ye."

Telat Yûnis wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dagirkeriya Tirk bi armanca têkbirina ewlehiyê û aramiya herêmê û dagirkirina erdnîgariya Sûriyê û pê re vejandina Osmaniya nû, êrişên xwe yên li ser sivîlan û saziyên xizmetguzariyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne û komkujiyan li dijî gel pêk tîne."

Telat Yûnis bal kişand ser bêdengiya navneteweyî ya li hember sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha got: "Di encama bombebarana rojane ya li ser navçe û herêmên me de, her roj li dijî zarokan qetlîam tên kirin. Ev siyaset, êriş û komkujî bi bêdengiya cîhanê bi taybetî ji aliyê hêzên garantor ên li herêmê (Rûsya û Amerîka) ve tên kirin."

Yûnis tekez kir ku bêdengiya dewletên garantor li hember êriş û siyasetên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibe sedema kûrbûna aloziya Sûriyê û pêkanîna komkujiyan bi awayekî rojane li dijî welatiyan.

PIŞTÎ CIVÎNÊN TEHRAN Û SOÇIYÊ ÊRIŞ ZÊDE BÛN

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telat Yûnis diyar kir ku gef û êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Şehbayê heta navçeya Dêrikê ku li dijî hemû nirx û prensîbên navneteweyî û mirovî ye, piştî civînên Tehran û Soçiyê ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de zêde bûn.

Yûnis wiha axaftina xwe berdewam kir: "Bi vê yekê, eşkere dibe ku di navbera van dewletan de lihevkirinên navxweyî hene ku ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî, ewlekarî û aramiya herêmê têk bibin."

CIVÎNÊN REWAKIRINA KOMKUJIYÊN TIRKIYÊ

Yûnis daxuyand ku di demekê de ku gelê Sûriyê li bendê ye ku hêzên navneteweyî krîza Sûriyê çareser bikin û dagirkeriya li ser xaka Sûriyê bi dawî bikin, ev civîn vediguherin civînên kûrkirina krîza Sûriyê, rewatiyê didin komkujiyên li dijî gelê me tên kirin, her wiha peymanên ji bo parçekirina xaka Sûriyê îmze dikin.

Yûnis eşkere kir ku di civînên Astana, Tehran û Soçiyê de, ti gav ji bo çareserkirina krîza Sûriyê nehat avêtin, berovajî vê yekê veguherîn civînên ji bo kûrkirina krîzê, dagirkirin û parçekirina erdnîgariya Sûriyê. Yûnis tekez kir ku gelê Sûriyê di encama van peymanan de rojane êş û azarê dikişîne

BERSIVA ME WÊ BERXWEDAN Û TÊKOŞÎN BE

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telat Yûnis bang li hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku li dijî van êriş û lihevkirinan bisekinin û li dijî hewldanên qirkirinê berxwedanê bidomînin û wiha got: "Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Bersiva gelê me li hemberî van êrişan jî wê berxwedan be ku rê li ber peyman û êrişên nû venekin."

Telat Yûnis di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navneteweyî kir ku erk û berpirsyariyên xwe yên li hember gelê herêmê pêk bînin û wiha dewam kir: "Bêdengiya wan vediguhere hevkariya komkujiyên ku li dijî gelê me û zarokên me tên kirin e."

ANHA