​​​​​​​Li Derayê şanoyeke nû ku dikeve xizmeta ajandeyên derve

Li gel rewşa ewlehiyê ya xirab li Derayê, hikumeta Şamê bajarê Tefesê bi çekên giran topbaran kir. Muxalîfê sûrî Yasîn El Belexî ev rewş wek şanoyeke nû bi nav kir ku armanc jê tirsandina xelkê ye da ku daxwazên wan qebûl bikin û bi vê yekê berjewendiyên ajandeyên derve pêk bînin.

​​​​​​​Li Derayê şanoyeke nû ku dikeve xizmeta ajandeyên derve
9 tebax, 2022   07:49
NAVENDA NÛÇEYAN – CÛDÎ ÎSMAÎL

Rewşa ewlehiyê ya Derayê bi zêdebûna bûyerên kuştin û revandinê û hêrsa gel a li hember siyasetên hikumeta Şamê re xerabtir bûye, nexasim piştî ku hikumeta Şamê “lihevhatin” pêk anîn.

Di vê dawiyê de jî hêzên hikumeta Şamê roja şemiyê bi çekên giran û topan, mal û zeviyên derdora bajarê Tefes û Yadûdê yên gundewarê başûrê Derayê hedef girtin û hewl dan ber bi taxên başûrê bajarê Tefesê ve biçin.

Beriya 10 rojan di civîneke 25`ê Tîrmehê hatibû lidarixistin de, serokê “komîteya ewlehiyê” ya hikumeta Şamê gef li rûspiyên Derayê xwaribû ku eger kesên tên xwestin radest nekin, dê operasyonek leşkerî bidin destpêkirin.

Hêzên hikumeta Şamê di Çileya 2021’an de bajarê Tefes dorpêç kir û daxwaza derxistina 6 kesan ber bi bakurê Sûriyê yê dagirkirî ve kir, lê tu kesek ji wan 6 kesan derneket. Vê tekê hişt ku dosya Tefesê li cem hikumeta Şamê neyê girtin û îro li gel gefên operasyoneke leşkerî dîsa dikeve rojevê.

TEFES; ŞANOYEKE NÛ

Endamê damezirîner ê Kombûna Niştîmanî ya Sûrî li başûrê Sûriyê Yasîn El Belexî, bûyerên Derayê wek “şanoyeke nû” bi nav kir û ji ajansa me re wiha axivî: “Tiştê ku li Tefes, Yadûdê û gundewarê rojavayê Derayê pêk tê şanoyekî nû ye, ku me navaroka wê piştî civîna sêalî ya dagirkerên Sûriyê dît ku dixwazin heta ji destê wan bê hem bi kuştinê hem jî bi bicihkirina wan di bakurê Sûriyê de, dawiya ciwanên Derayê bînin û koka şoreşê ya li bajêr mayî hilkin.”

El Belexî diyar kir ku bûyerên îro li Tefesê rû didin, hemwextî koordîneya Rûsî-Tirkî pêk tên û got: “Yê ku zirar ji lihevkirina Derayê ya sala borî dîtiye, rêjîm û komên îxwanî, Partiya Rizgariyê û bermahiyên El Nusra yên girêdayî Tirkiyê ne.”

Der barê sînaryoyên muhtemel li herêmê de, El Belexî ev tişt gotin: “Tiştê ku em pêşbîn dikin ew e ku rewş aloztir bibe da ku tirs bêhtir bikeve dilê şêniyan ku di encamê de lihevkirineke nû li gor berjewendiyên Îranî û Tirkî û hevkarên wan pêk were.

Li gorî agahiyên di destê me de, wekî ku li Derayê bi bin ketin, ew ê li vir jî bi bin bikevin lê dibe ku hin zirarên mirovî çêbibin.”

Ji destpêka îsal de zêdetirî 250 kes hatine kuştin. Bûyerên hedefgirtinê jî li Derayê dewam dikin, bi taybet piştî “lihevhatinên” ku hikumeta Şamê bi sponeriya Rûsya pêk anîne, ev bûyer zêdetir bûne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ji destpêka îsal heta niha 328 hedefgirtinên belge kirin, ku di encamê de 281 kes piraniya wan sivîl û endamên hikumeta Şamê, hevkarên saziyên ewlehiyê û endamên “lihevhatinan” hatine kuştin.

Çavdêrên rewşa Sûriyê dibînin ku “lihevhatinên” ku hikumeta Şamê hewl dide li gel ferz bike, ne çareserî ye, ji ber ku sedemên rastî yên nakokiyên di navbera wê û gel de çareser nake.

Der barê zêdebûna bûyerên kuştinê li herêmê, El Belexî got: “Ji dema îmzekirina peymana radestkirina Derayê ve şer ranewestiye. Rast e operasyonên leşkerî wekî bombebaran û topbaranê rawestiyan, lê bûyerên hedefgirtinê li dijî bi sedan şoreşgeran, dewam dikin. Ev bûyerên tesfiyekirinê di nava lihevkirinê de bûn. Armanc ew e çirûska şoreşê li cihê jê dest pê kirî bê vemirandin.”

El Belexî wiha dewam kir: “Di navbera komên alîgirên rejîmê û milîsan de jî li ser qaçaxkirina madeyên hişbir û belavkirina wan nakokî hene, ku bûn sedema kuştina gelek alîgirên van milîsan û endamên wê. Tevlîhevî dikeve berjewendiya rejîmê.Rejîm nikare vê tevlîheviyê bi dawî bike, ev jî îsbata herî mezin e ku rejîm vê yekê bizanebûn dike. Her kes dizane ku mayîna vê rejîmê girêdayî berdewamkirina tevlîheviya ewlehiyê ye, ji ber ku eger aştî pêk were dê rejîm biçe û dê sedemek din a mayîn wî nemîne. Tevlîheviya ku ji ber van bûyerên hedefgirtinê pêk tên, dikevin berjewnediyan rejîmê yê ku di çareseriya leşkerî de îsrar dike.”

Endamê damezirêner ê Kombûna Nîştimanî ya Sûrî li başûrê Sûriyê Yasîn El Belexî dibîne ku sûcê herî mezin ê rejîmê, îsrara wî ya fezkirina hegemoniya xwe bi rêya hêzê ye û wiha pê de çû: “Xeyalê rejîmê ew e ku desthilata wî vegere wekî beriya 2011`an. Ew nenavendîbûnê qebûl nake, ji ber ku ev çareserî dê bi xwe re azadiyê bîne, ya ku rejîmê beriya 50 salan stendiye. Em dixwazin edalet û azadiyê ji bo hemiyan pêk bînin, civakê û welat bi demokrasiyê ji nûve ava bikin, ku tê de maf û erkên hemiyan wek hev bin û pêşerojeke xweş ji bo zarok û neviyên xwe biafirînin.”

ANHA