Kalekî 70 salî yê ji Til Temirê qala berxwedana li dijî çeteyan û dewleta Tirk kir

Şêniyên Til Temirê ji ber êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê gelek azar kişandine lê berxwedana xwe didomînin. Kalê 70 salî yê ji navçeyê Tahir Yûnis jî dibêje tevî ku gelek êş û azar kişandine jî pê serbilind in.

Kalekî 70 salî yê ji Til Temirê qala berxwedana li dijî çeteyan û dewleta Tirk kir
Kalekî 70 salî yê ji Til Temirê qala berxwedana li dijî çeteyan û dewleta Tirk kir
Kalekî 70 salî yê ji Til Temirê qala berxwedana li dijî çeteyan û dewleta Tirk kir
Kalekî 70 salî yê ji Til Temirê qala berxwedana li dijî çeteyan û dewleta Tirk kir
Kalekî 70 salî yê ji Til Temirê qala berxwedana li dijî çeteyan û dewleta Tirk kir
Kalekî 70 salî yê ji Til Temirê qala berxwedana li dijî çeteyan û dewleta Tirk kir
Kalekî 70 salî yê ji Til Temirê qala berxwedana li dijî çeteyan û dewleta Tirk kir
Kalekî 70 salî yê ji Til Temirê qala berxwedana li dijî çeteyan û dewleta Tirk kir
Kalekî 70 salî yê ji Til Temirê qala berxwedana li dijî çeteyan û dewleta Tirk kir
9 tebax, 2022   07:20
HESEKÊ

Ji destpêka krîza Sûriyê ve navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê bûbû cihê timayên gelek hêzan, ji ber cihê wê yê stratejîk ku herêma Cizîrê bi herêmên hundirê Sûriyê ve girê dide.

Cihê wê yê stratejîk hişt ku rastî gelek êrişan were. Ji tundtirîn êrişên li dijî wê, êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên 2015’an bûn. DAIŞ’ê komkujî li dijî wan pêk anîn, mozaîka herêmê ku ji Asûr, Kurd û Ereban pêk tê wêran kir, gelê Asûr li kêleka pêkhateyên din da koçberkirin, revandin û gundên wan wêran kirin.

Ji dema artêşa Tirk a dagirker û çeteyên “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê” di 9’ê Cotmeha 2019’an de li dijî deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êriş pêk anîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, Til Temirê ji nû ve derbasî xeta berxwedanê bû û li dijî wê êrişên tund pêk tên.

Navçeya Til Temir bû eniya yekemîn a li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û rojane dagirkeriya Tirk top û moşekan diavêje ku tiştê DAIŞ’ê temam nekir, ew temam bike.

Bi vegera li êrişên li dijî herêmê yên di dirêjahiya 10 salên borî de pêk hatine, şêniyên herêmê xwedî dîroka tijî berxwedan, têkoşîn û girêdana bi axê ve bûn. Wan hebûn û nekoçberî li hember êrişan îsbat û xurt kir û piştevaniya xwe ji hêzên xwe yên leşkerî QSD’ê werdigirin.

Şêniyên Til Temirê ji nêzî 3 salan ve rastî êrişên dagirkeriya Tirk tên, koçber nabin. Jiyana xwe tevî astengî û zehmetiyan didomînin. Ew jî nîşaneya israra li ser girêdana bi xakê û bilindkirina berxwedanê ye û ew yek nûkirina berxwedana li hember êrişên DAIŞ’ê yên 2014’an e.

Mihemed Tahir Yûnis (70( ê ji navçeya Til Temirê yê ku red dike ji navçeyê derkeve û malê xwe bihêle, ji dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê û heta îro li ser mayînê israr dike û wiha dibêje: "Bi destpêkirina şoreşa Sûriyê re û destpêkirina êrişên komên terorîst re pir rewşên dijwar hatin serê me."

Yûnis wiha domand: “Çemê Xabûr, xeta di navbera me û çeteyan de bû, me li kolanan, bi taybet di rojê de nikarî bimeşiya. Me kolanên xwe bi perde û cawan kunfilaç dikirin da ku em bimeşin û sekvan me nebînin. Me li hember êrişên wê demê, tevî zehmetiyan xeta berxwedan û mayînê israr kir. Ew azar hîna di bîra şêniyên herêmê de ne, lê em pê serbilind in."

Yûnis wiha domand: “Bawerî rêbaza mayîn û sekna li hember astengiyan bû. Baweriya me bi hêz me û piştgirîdayîna wan û girêdana bi xakê hebû. Gelo em çawa dev ji xak û rûmeta xwe berdin. Ji lew re em ê di malên xwe de bimînin û li hember êrişan li ber xwe bidin."

Yûnis destnîşan kir ku baweriya şêniyên navçeyê DAIŞ têk bir, ewlehî û îstîqrar vegerand navçeyê û heta niha bawerî nepeniya mayînê ye. Ew bawerî jî bi êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê re hate nûkirin.

Yûnis wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ji dema dewleta Tirk a dagirker êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike ve, êrişên wê yên li dijî navçeyê yên herî tund in. Lê em li ser axa xwe ne û jiyana xwe bi awayekî xwezayî derbas dikin. Biryara me ya yekemîn û dawî li ser axa xwe bimînin."

(mh)

ANHA