​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9-8-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9-8-2022`YAN
8 tebax, 2022   23:00

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo merasîma sersaxiyê ji bo şehîdên êrişa li ser taxa Sînaa ya Qamişlo li pêşiya Goristana Şehîd Delîl Saroxan a Qamişlo li dar dixe saet di 09:00`an. Her wiha konê sersaxiyê ji bo şehîd Mezlûm Esed li pêşiya mala malbata wî ya li navçeya Amûdê tê vedan.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Li Hesekê ji bo şermezarkirina êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bêdengiya Amerîka û Rûsya û ji bo girtina qada hewayî ya herêmê meşek li dar dikeve ku ji çerxerêya şehîd Ezîz a taxa Xiwêran destpê dike saet di 09:30`an de.(bi wêne û dîmen)

Meclisa Kantona Hesekê li pêşiya navenda Koalîsyona Navneteweyî ya li taxa Xiwêran daxuyaniyekê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker dide saet di 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê destnîşan kir ku civînên Tehran û Soçiyê veguherîn civîna girêkirina aloziya Sûriyê û pêkanîna lihevkirinan ji bo parçekirina axa Sûriyê. Her wiha bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hember êrişên qirkirinê li ber xwe bidin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Kesayetên sûrî diyar kirin ku nenavendîbû dê parçebûnê bi dawî bike ku dagirkerî û partiya Baas di navbera pêkhateyên Sûrî de çêkiriye û teqezî bi yekitiya pêkhateyan û çareserkirina aloziya Sûriyê kir ji bo berdewamkirina hewldanên bidawîkirina aloziyê.(bi wêne û dîmen)

Lêkolîner û nivîskarên ereb û tirk destnîşan kirin ku berdewamkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, bêparkirina wî ji hevdîtina bi malbat û parêzeran re, binpêkirineke mezin a qanûnên navneteweyî û mafên mirovan e. Her wiha diyar kirin ku hêz û rêxistinên navneteweyî, dosyaya mafên mirovan di aliyê siyasî de bi kar tînin da ku berjewendiyên xwe pêk bînin.(BI WÊNE)

Di serî de El-Qaîde, DAIŞ û dagirkeriya Tirk, nav cuda ne lê naverok yek e, wiha şêniyên Til Temirê li hember êrişan li ber xwe dan û heta îro jî wê berxwedanê bidomînin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Efrînê ya dagirkirî pêk tîne dewam dike, ji wan cezaya darvekirinê, qetilkirin, revandin, qutkirina daran, wêrankirina xwezayê û talankirina şûnwaran. Li ser ajansa me sûcên di deh rojan de li kantona Efrînê ya dagikirî pêk hatine belge kir.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêx û rûspiyên eşîrên ereb ên Reqa destnîşan kirin ku ew piştgiriya Operasyona Sond dikin ku QSD'ê li dijî mîtan daye destpêkirin. Her wiha diyar kirin ku divê cezayên herî giran li wan bê ferzkirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Akademiyên leşkerî yên QSD’ê perwerdeyên îdeolojî û leşkerî li ser rêbazên nû û li gor rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, zêde kirin di hewldanekê de ji bo ku asta şervanan xurttir bibe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi tevliheviya rewşa Derayê re, hikumeta Şamê bajarê Tefesê bi çekên giran kir armanc. Muxalifê Sûrî, Yasîn El-Belxî ev tevlihevî wek “Şanoyeke Nû” bi nav kir ku armanc ji wê tirsandina xelkê û pêkanîna berjewendiyên ajandeyên derve ye.(BI WÊNE)

Li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser Til Rifetê, şênî li kêleka malên xwe xendekên parastinê çêdikin û dibêjin “Dewleta Tirk dagirker e, bixwaze û nexweze jî dê ji axa me derkeve.”(Bİ WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

Di civîna li Tehranê de ku trîoya Astanayê li hev civiya, lihevkirina dihat xwestin li ser operasyona leşkerî ya li dijî Rojava, pêk nehat. Îran û Rûsya li dijî destwerdaneke muhtemel derketin û diyar kir ku ev yek ji bo wan xetere ye. Di encamnameya civîna Tehranê de lihevkirinên hevparî û hevkariyê yên Rûsya û Îranê derketin pêş û xwestin DYA ji Sûriyê derkeve. Wan Tirkiye jî kir hevparê daxwazên xwe. Di civîna li Tehranê de Îran û Rûsyayê pas dan hev û hewl da Tirkiye jî di nava lîstikê de bihêlin.

CIWAN

Rêxistina Êzidiyana panelek bi navnîşan Rêveberî û xurtkirina rola ciwanên êzidî da ku bigihêjin çêkirina biryaran li Mala Êzidî ya li navçeya Tirbespiyê li dar dixe saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

Lêkolînera civakî û çalakvana sûrî Şîfa Sewan diyar kir ku hedefgirtina fermandar Jiyan Tolhildan ji aliyê dagirkeriya Tirk ve, hedefgirtina têkoşîna jinên azad e û got: “Têkoşîna jina azad tirsê dixe dilê dagirkeran.”(BI WÊNE)

ANHA