​​​​​​​Êlên Reqa: Em piştgiriyê didin Opersyona Sond a QSD`ê

Şêx û rûspiyên eşîrên ereb ên Reqa destnîşan kirin ku ew piştgiriya Operasyona Sond dikin ku QSD'ê li dijî mîtan daye destpêkirin. Her wiha diyar kirin ku divê cezayên herî giran li wan bê ferzkirin.

​​​​​​​Êlên Reqa: Em piştgiriyê didin Opersyona Sond a QSD`ê
9 tebax, 2022   03:27
REQA

Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD), bi daxuyaniyekê di 31'ê Tîrmehê de, Opersyona Sond li dijî ajan û sîxûran, ragihand.

Şêx û rûspiyên eşîrên ereb yên Reqa diyar kirin ku divê cezayên herî giran li ajanan bê ferzkirin ku bûne sedema şehîdxistina sivîlan, zarokan û hêzên leşkerî.

Şêx eşîra El-Elî Remadan El-Rehal wiha got: "Em QSD'ê û hêzên ewlehiyê yên aramiya herêmê diparêzin, silav dikin û dilovaniya xwedê li şehîdên ku tiştên giran û buha ji bo parastina herêmê feda kirine, be."

El-Rehal destnîşan kir ku ji demekî ve balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk şêniyên Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriye dikin hedef, ji ber vê yekê ev hemle li dijî ajan û sîxûran hat destpêkirin.

El-Rehal wiha domand: “Gelo tê aqilê mirovan ku yek li dijî xelkê xwe kar bike û sîxuriyê bike? Hûn çi sûd ji kesên wan bi kar tînin û heqaretê li we dikin digirin? We gelê xwe û saziyên wê ji bo pereyan frot. Gunehê zarok, rûspiyan, cotkaran û heta şervanên li sînoran ku xelk û malbatên xwe diparêzin çi ye ku bê guneh ji ber we şehîd bibin?”

El-Rehal piştrast kir ku şêx û rûspiyên eşîrên Reqa û gundewarên wê piştgirî û destekdayîna  Opersyona Sond a ji bo şehîdan dikin û banga berdewamkirina operasyonê dikin heta ku hemû ajan û sîxur bên girtin.

El-Rehal bang li QSD'ê û hêzên ewlekariyê kir ku bi destekî ji pola li hember xayîn û ajanan bi sekinin û xebatên xwe zêde bikin heta ku wan hemûyan digirin.

Şêx eşîra El-Sebxa Mihemed Tirkî El-Sûan têkildarî mijarê got ew QSD'ê silav dikin ku dest bi vê hemleyê kir. Her wiha bang li hêzê kir ku opersyonê dewam bikin heta ku tevahî xayinan bigirin ku şênî, zarok û fermandarên li welat bi rêya balafirên bêmirov dikin hedef.

El-Sûan wiha domand: “Topbaran û hedefgirtin ne tenê li dijî fermandaran pêk hatin, lê belê jin û zarok û heta mezre jî ji topbaranê nefilitîn."

El-Sûan di dawiya axaftina xwe de got: “Dixwazim peyameke bidim wan ajan û sîxûran, ji wan re dibêjim hûn sûrî ne, ev komplo di civîna sêalî de di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê de li dar ket. Armanca wê, hemû sûrî ne ne tenê bakurê Sûriyê dike hedef. Ji ber wê ji xerakirina welêt dûr kevin û welatê xwe ava bikin.”

(dm)

ANHA