Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqa bazirganekî çekan girt

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqa li taxeke bajarê Reqa bazirganekî çekan girt û çekên pê re desteser kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqa bazirganekî çekan girt
8 tebax, 2022   13:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqa, Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcan li taxeke bajarê Reqayê bazirganekî çekan girt û çekên pê re desteser kirin. 

Berdewama daxuyaniya hêzê wiha ye: “Hêzên Têkoşînê li dijî tawanan bi kesekî gumankirin ku bazirganiya çekan dike û difiroşe welatiyan, piştî ku delîl û belgeyên tevlêbûna wî di vî karî de hatin komkirin. Endamên me bi lez bi ser mala wî de girt û çekên li jêr ku pê re bûn desteser kirin :

Damanceyek eyar “9” hejmar(1)

Damanceyek eyar “7” hejmar (1)

Kilaşinkov hejmar (1)

Di dema lêpirsîna bi wî re de, li xwe mikur hat ku di berdêla pereyan de bazirganiya çekan kiriye û qanûn û rêziknameyên der barê van kiryaran de binpê kiriye.

Hêzên me kesê sûcdar û çekên hatine desteserkirin radestî Desteya Dozgeriyê ya Giştî kirin, da ku li gorî qanûnê û ji ber ku jiyana sivîlan xiste xeteriyê, bê cezakirin.”