Meclisa Leşkerî ya Girê Spî li dijî êrişan soza parastina xaka Sûriyê da

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Wîsam Omer diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên vê dawiyê li dijî navçeya Eyn Îsa û gundewarê Girê Spî, armanc dike rûbera dagirkeriya xwe berfireh bike û li herêmê planên xwe pêk bîne.

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî li dijî êrişan soza parastina xaka Sûriyê da
8 tebax, 2022   13:23
EYN ÎSA

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Wîsam Omer ji dezgehên ragihandinê re der barê topbarankirina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de li eniyên şer û berfirehkirina rûbera topbarankirinê axivî.

Omer destnîşan kir ku artêşa Tirk û çeteyên wê rojane bi hemû cureyên çekan gundên li eniyên şer topbaran û bombebaran dike, ev jî tê wateya binpêkirina peymanên navneteweyî yên bi dewleta garantor Rûsya re îmze kiriye ji bo parastina sivîlan û agirbestê.

Omer îşaret bi êrişa dewleta Tirk vê dawiyê pêk anîne kir ku bi balafirên bêmirov herêmên li ser eniyên şer kir hedef û wiha dewam kir: "Ev niyeta dagirkera Tirk a ji bo berfirehkirina dagirkirina xwe û têkbirina aramiya li herêmê eşkere dike. Ji ber dewleta Tirk a dagirker bi rêya balafirên xwe yên bêmirov û ên biçek di 28`ê Tîrmeha derbasbûyî de li ser rêya Eyn Îsayê erebeyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir hedef."

Omer rola "hêza garantorê Rûsya" ya li hember sûcên dewleta Tirk li dijî herêmê û paşguhkirina êrişên wê ruxmî ku gelên herêmê xwepêşandanan li pêşiya baregehên wê yên leşkerî li dar dixin, rexne kir.

Di dawiyê de berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Wîsam Omer li hember hemû êrişên artêşa Tirk soza parastina xaka Sûriyê da.

Ji vê sibê ve artêşa Tirk û çeteyên wê gundewarê Girê Spî û Eyn Îsa topbaran dike. Balafirên bêmirov ên biçek maleke gundê Ebû Sura kir hedef.

(eh)

ANHA