Daîreya Têkiliyên Derve: Êrişên dewleta Tirk li ser tevahî Sûriyê xeter in û dagirkeriyê rewa dikin

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekez kir zêdebûna êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê bi carekê xizmeta berjewendiya gelê Sûriyê nake û got li ser tevahî gelê Sûriyê xeterî ye, li ailyê din jî rewakirina dagirkeriyê û hewldana vejandina DAIŞ`ê ne.

Daîreya Têkiliyên Derve: Êrişên dewleta Tirk li ser tevahî Sûriyê xeter in û dagirkeriyê rewa dikin
8 tebax, 2022   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê Daîreya Têkiliyên Derve de ev tişt hate gotin: "Hemwextî geşedanên dawîn yên têkildarî rewşa Sûriyê û herêmên me ku gelek civîn hatin lidarxistin û tevdan îşaret bi çareseriya siyasî kir, nexasim ku Tirkiye di şer de îsrar dike, em piştevaniya hewldanên çareseriya siyasî dikin. Lê belê em lihevkirina li ser çareseriya siyasî ku li dijî berjewendiyên Sûriyê û gelê wê bin wekî lihevkirina 'Adana' û yên wekî wê, qebûl nakin. Divê hemû alî li ser bingeha îstiqrarê, çareseriyê û misogerkirina mafên her kesê beşdarî xebatên ji bo çareseriyê bibin. Her wiha divê çareseriya siyasî dawî li hemû rengên dagirkeriyê bîne û divê bi tu rêbazan dagirkerî neyê rewakirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin: "Ruxmî hemû geşedanan lê dîsa jî dewleta Tirk li dijî gel û herêmên me şerê qirkirinê berdewam dike û balafirên bêmirov bi kar tîne. Bi wê re hewl dide hêzên li ser sînor şantaj bike û sivîlan bike armanc da ku tevliheviyê derxîne û welatiyan bide koçberkirin da ku herêmên nû dagir bike, piştre jî tev li projeya xwe ya dagirkeriyê bike ya ku tevahî Sûriyê dike hedef. Li aliyekî din jî bi şehîdxistina fermanên li dijî DAIŞ`ê şer kirine, ji wan şehîd Jiyan Tolhildan û hevrêyên wê yên YPJ`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Eyn Îsa û Kobanê, hewl dide tola DAIŞ`ê rake. Di heman demê de artêşa Tirk ferqê naxe nav xityar û zarokan û zirarên madî û canî yên mezin pêk tîne, ji wan bi balafirên bêmirov êrişî Qamişlo kir, 4 kes şehîd bûn ku ji wan du zarok bûn.

Ev tiştên me bi bîr xistine, hêzên li dijî DAIŞ`ê bûne hevalbendên me berpirsiyar nîşan didin, divê ew hêz helwesta xwe zelal bikin. Encamên civînên li Tehran û Soçiyê û yekbûna nêrînan têkildarî sekinandina li hember operasyoneke leşkerî ji aliyê ve em erênî dibînin, lê li aliyê din êrişên Tirkiyê yên bi balafirên bêmirov ên biçek gumanên me û yên raya giştî çêdike ku gelo Tirkiyê têkiliyên xwe yên bi dewletên garantor re bi rêbazên din bi kar tîne? Divê ev dewlet têkildarî vê mijarê xwedî helwesteke zelal bin.

Em tekez dikin ku êrişên dewleta Tirk xizmeta berjewendiya gelê Sûriyê nakin û li ser tevahiya gelê Sûriyê xeter in. Bêguman tê wateya rewakirina dagirkeriya Tirk ji ailyekî ve, ji aliyê din ve jî derfeta vejandinê dide DAIŞ`ê û rê dide komên çeteyan ku tevlîheviyê li Sûriyê belav bikin.”

(eh)

ANHA