​​​​​​​Aşûriyên Til Temirê Cejna Şehîdan a Aşûrî pîroz kir

Bi dehan aşûriyên Til Temirê û pêkhateyên wê yên din Cejna Şehîdan a Aşûrî pîroz kir ku di wê cejnê de her sal qurbaniyên Komkujiya Semîl bi bîr tînin ku bi destê desthilatdarên Iraqê ve pêk hat. Her wiha bi vê boneyê daxwaza rawestandina êrişên dagirkeriya Tirk kir.

​​​​​​​Aşûriyên Til Temirê Cejna Şehîdan a Aşûrî pîroz kir
​​​​​​​Aşûriyên Til Temirê Cejna Şehîdan a Aşûrî pîroz kir
​​​​​​​Aşûriyên Til Temirê Cejna Şehîdan a Aşûrî pîroz kir
​​​​​​​Aşûriyên Til Temirê Cejna Şehîdan a Aşûrî pîroz kir
​​​​​​​Aşûriyên Til Temirê Cejna Şehîdan a Aşûrî pîroz kir
​​​​​​​Aşûriyên Til Temirê Cejna Şehîdan a Aşûrî pîroz kir
​​​​​​​Aşûriyên Til Temirê Cejna Şehîdan a Aşûrî pîroz kir
​​​​​​​Aşûriyên Til Temirê Cejna Şehîdan a Aşûrî pîroz kir
7 tebax, 2022   19:57
HESEKÊ

7’ê Tebaxê Cejna Şehîdan a Aşûrî ye, ew cejn ji bo bîranîna Komkujiya Semîl e ku di 1933’yan de ji aliyê hikumeta Iraqê ve pêk hatiye.

Der barê vê yekê de, Saziya Malbatên Şehîdên Xabûr merasîma bîranînê li navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê li dar xist, bi dehan Aşûrî û pêkhateyên din ên navçeyê tê de beşdar bûn.

Di merasîmê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdên Xabûrê endama rêveber Cemîle Kako, bi navê Partiya Aşûrî ya Demokratîk Conî Hirmiz, bi navê Meclisa Partiya Xabûr a Aşûrî û Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Madlîn Xemîs, bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk  (PYD) Ridwan Xelef û bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Smîl Extiyar, axaftin hatin kirin.

Gotin bi giştî şehîdên Aşûrî û têkoşîna wan silav kir.

Her wiha diyar kirin ku komkujiyên li dijî gelê Aşûrî, ji dema komkujiya Semîl ve û heta niha jî berdewam in, ew jî bi rêya êrişên dagirkeriya Tirk, koçberkirina wan, guhertina demografiya gundên wan, hedefgirtina dêr û perestgehên wan.

Beşdaran destnîşan kir ku gelên herêmê yên resen; Kurd, Ereb, Aşûr û pêkhateyên din hertim bi qirkirinên wiha re rû bi rû mane, ew jî bi armanca tunekirina wan e.

Di dawiyê de beşdaran êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Merasîm bi pêxistina mûman û silavkirina şehîdan bi dawî bû.

(mh)

ANHA