​​​​​​​Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir

Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê banga girtina qada hewayî ya herêmê û derxistina dagirkeriya Tirk ji Sûriyê kir û got dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrişên xwe hewl dide herêmê ji şêniyan vala bike û komkujiyên din li dijî gelê Kurd û gelên herêmê pêk bîne.

​​​​​​​Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir
7 tebax, 2022   20:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker duh erebeyek li taxa Pîşeyî (Sînaa) ya Qamişlo kir hedef.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di encamê de 4 kes şehîd bûn ji wan 2 zarok in.

Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê di daxuyaniyekê de sûcên dagirkeriya Tirk şermezar kirin û bang li Koalîsyona Navneteweyî û Meclisa Ewlehiyê kir ku xwedî li erkê xwe ya mirovî derkevin.

Daxuyanî wiha ye: “Hîn jî makîneya şer a dewleta Tirk a dagirker sivîl, gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê bi balafirên xwe yên bêmirov ên biçek û topên xwe dike armanc. Bê ku civaka navneteweyî tiştekî bike û hemû peymanên 2019’an ên di navbera xwe, Amerîka û Rûsya de têkildarî agirbestê binpê kirin.

Dema ku em sersaxî ji xwe û gelê xwe yê berxwedêr û hêzên QSD’ê re dixwazin, em vê kiryara dagirkeriya Tirk bi tundî şermezar dikin û bang li Koalîsyona Navneteweyî û Meclisa Ewlehiyê dikin ku xwedî li erkê xwe ya mirovî derkevin û dawiya van binpêkirinan bînin.

Trikiyê dixwaze herêmê ji şêniyên wê yên resen vala bike û komkujiyên din der heqê gelê Kurd û gelên herêmê de pêk bîne û demografiya herêmê biguhere wek çawa li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dike.

Em bang li civata navneteweyî dikin ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigire û dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên terorîst ji Sûriyê derxe.”

(mh)

ANHA