Hikumeta Şamê buhayê benzînê nêzî ji sedî 130 bilind kir

Di demekê de ku li Sûriyê aloziyên jiyanî wekî bilindbûna nirxên madeyan, kêmbûna sotemeniyê û qutbûna kehrebeyê heye, Wezareta Bazirganiya Hundirîn a hikumeta Şamê buhayê benzînê nêzî ji sedî 130 bilind kir.

Hikumeta Şamê buhayê benzînê nêzî ji sedî 130 bilind kir
7 tebax, 2022   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Bazirganiya Hundirîn û Parastina Mezexêran a girêdayî hikumeta Şamê biryarek da, li gorî wê buhayê her lîtreyek benzîna oktan 90 ku li gorî kartên elektronîk tê wergirtin, ji hezar û 100 lîreyê kir 2 hezar û 500 lîreyê Sûriyê. Her wiha buhayê oktan 90 ji 3 hezar 500 lîreyê kir 4 hezar lîreyê Sûriyê.

Her wiha buhaya lîtreyeke benzîna oktan 95 ji 4 hezarî bilind kir û kir 4 hezar û 500 lîreyê Sûriyê.

Ji destpêka îsalê ve, ev cara sêyemîn e ku wezaret buhaya madeyên sotemeniyê bilind dike. Herî dawî di Gulana borî de lîtreyê benzînê ji 750 rakir hezar û 100 lîreyê Sûriyê.

Wezaretê da zanîn ku ev biryar, ji bo zirarên mezin ên di hevsengiya petrolê de kêm bike û qutnebûna benzînê misoger bike hatiye dayîn.

Bi bilindkirina buhayên sotemeniyê re xwarin û madeyên destpêkê yên li ser petrolê tên bikaranîn jî bilind dibe.