Dayik û hevjînên şehîdan perwerdeyên destwerdana lezgîn dîtin

Dayik û hevjînên şehîdan dewreyeke destwerdana lezgîn ku du rojan berdewam kir, bi dawî kir.

Dayik û hevjînên şehîdan perwerdeyên destwerdana lezgîn dîtin
7 tebax, 2022   15:24
QAMIŞLO

Li gel êrişên dewleta Tirk a dagirker û gefên wê yên domar li dijî herêmê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 6`ê Tîrmehê rewşa awarte li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand.

Di çarçoveya rewşa awarte de komîte, meclisên navçe û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bingeha şerê gel ê şoreşger dest bi amadekariyên xwe kirin. Li ser vê yekê dewreyên destwerdana lezgîn ji hemû beşên civakê re tên vekirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan di vî warî de dewreyeke destwerdana lezgîn ji bo dayik û hevjînên şehîdan vekirbû. Dewre du rojan berdewam kir û îro bi dawî bû.

Têkildarî mijarê, hevjîna şehîd Mihemed Tahir, Neşmiye Etallah got: “Ji bo amadekariyên me li hember êrişan temam bin û birîndaran xilas bikin heta ku kadroya tenduristiyê , em tev li van dewreyan dibin.”

Neşmiye Etallah navaroka dewreyê eşker kir û got: “Me perwerde li ser rêbazên danûstandina bi birîndaran re bir dema şikestin an jî şewat hebe.”

Dayika du şehîdan Mihemed û Gulan Gulo, Cîhan Gulo jî diyar kir ku pêwîstiya wan bi mîna van dewreyan heye bi taybet di vê pêvajoyê de û wiha domand: “Pêwîstiya me bi mîna van dewreyan heye. Em fêrî bikaranîna çek bûn jî.”

Cîhan Gulo girîngiya van dewreyan destnîşan kir û got: “Dewreya destwerdana lezgîn gelek girîng e. Ji ber kadroya tenduristiyê nikarin li her derê bin. Em baş li ser van dewreyan perwerde bûn. Em ê bikarin alîkariya kadroya tenduristiyê bikin û tişta pêwîst ji birîndaran re pêşkêş bikin heta ku kadroya tenduristiyê digihêje cihê bûyerê.”

(şx)

ANHA