Li gel êrişan amadekariyên şêniyên Hesekê zêde dibin

Di çarçoveya stratejiya şerê gel ê şoreşgerî de ji pêkhateyên Hesekê re dewreyên perwerdeya destwerdana lezgîn tên vekirin.

Li gel êrişan amadekariyên şêniyên Hesekê zêde dibin
7 tebax, 2022   08:09
HESEKÊ

Di çarçoveya amadekariyên rewşa awarte de, Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryarnameya hejmar 7 amadebûna xwe ji bo perwerdekirina welatiyan di warê hemşîretî û destwerdana lezgîn de ragihand û di wê çarçoveyê de komîteyên tenduristiyê yên Hesekê dest bi perwerdekirina şêniyên bajêr kirin.

Desteya Tenduristiyê li Hesekê dewreyên perwerdeyê ji bo endamên sazî, navendên sivîl û gelek saziyên civaka sivîl ên bajêr vekir. Dewre dê 3 rojan li pey hev berdewam bike. Rojê wê 3 saet perwerde ji mamoste, endamên Meclisa Navçeya Bakur û endamên Meclisa Malbatên Şehîdên re bê dayîn.

Di vê dewreyê de, dersên teorîk û pratîk li ser "çawaniya vekirina damaran, CPR, rawestandina xwînê, xilaskirina birîndaran ji bin kavilan, cebirandina hestiyên şikestî û pêçandina birînan " tên dayîn.

Berdevkê Rêveberiya Dibistanên Giştî ya Hesekê Mihemed El-Ehmed ku tev li yek ji van dewreyan bûye, diyar kir ku ev dewre li gorî qonaxa ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibe gaveke girîng û got: "Ev dewre gelek girîng in û dibe ku di rizgarkirina jiyana kesekî/ê de li qada şer an jî di her şert û mercên şer de cûdahiyekê çêbike."

ANHA