​​​​​​​Nasnameyên 3 gerîlayên li Zapê şehîda bûne, hatin eşkerekirin

HPG'ê nasnameyên 3 gerîlayên li Zapê şehîd bûne eşkere kir û got, "Em soza xwe dubare dikin ku em ê armanca 'Rêberê Azad, Kurdistana Azad' a şehîdên xwe teqez pêk bînin."

​​​​​​​Nasnameyên 3 gerîlayên li Zapê şehîda bûne, hatin eşkerekirin
7 tebax, 2022   08:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî mijarê ev daxuyanî da:

"Ji hevrêyên me yên ku ku li dijî operasyona dagirkeriyê ya dewleta Tirk a faşîst û qirker a li ser Zapê li refên herî pêş şer kirin, hevrêyên me Avareş, Masîro û Kemal taktîka şerê tîm ê bi tevger bi hostatî bi kar anîn û kirin ku dagirker gelek kuştiyan bide. Li dijî hewldanên dagirkeran ên bi teknîka serdemê, bi îradeya Apoyî bi lehengî şer kirin û dagirker sekinandin. Kûrahiya herêma Zapê bi kar anîn û pêşengî ji çalakiyan re kirin ku derbên giran li dagirkeran hate xistin. Hevrêyên me Avareş, Masîro û Kemal 22'ê Nîsanê di şerê giran ê dijî dagirkeran de bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Avareş Amed

Nav paşnav: Xebat Akdemîr

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Mevlude-Kemal

Dem û cihê şehadetê: 22'ê Nîsana 2022 / Zap

 

Nasnav: Masîro Amed

Nav paşnav: Berat Îpek

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Naîme-Cengîz

Dem û cihê şehadetê: 22'ê Nîsana 2022 / Zap

 

Nasnav: Kemal Pîr

Nav paşnav: Azîz Kiziler

Cihê jidayikbûnê: Gurgum

Dayik-Bav: Fatma-Erkan

Dem û cihê şehadetê: 22'ê Nîsana 2022 / Zap

Em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re, bi taybetî ji malbatên bi rêz ên hevrêyên xwe Avareş, Masîro û Kemal re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê teqez xeyalên şehîdên xwe yên 'Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad' pêk bînin."