PYD`ê êrişa Qamişlo şermezar kir: Şerekî giştî li dijî Rêveberiya Xweser e

PYD’ê êrişa dewleta Tirk a bi balafira bêmirov li ser taxa Sînaa ya Qamişlo şermezar kir û got: "Planên dagirkeriya Tirk ji 2 mehan zêdetir derbasî qonaxeke nû bûne, di heman demê de divê qada hewayî ya herêmê were girtin."

PYD`ê êrişa Qamişlo şermezar kir: Şerekî giştî li dijî Rêveberiya Xweser e
7 tebax, 2022   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da û da zanîn ku planên dewleta Tirk a dagirker ji zêdetirî 2 mehan ve derbasî qonaxeke nû bûne.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker 6’ê Tebaxa 2022’yan de erebeyeke li taxa Sînna ya Qamişlo kir armanc, di encamê 4 welatî şehîd bûn, ji nav 2 zarok hene û hin jî birîndar bûn. Ji wê zêdetir jî zirarên madî bi mal û milkên welatiyan bûn. Beriya vê êrişa dewleta Tirk bi 2 rojan balafireke xwekuj a bêmirov a dagirkeriyê navenda Til Rifetê kir armanc, di encamê de 9 welatî birîndar bûn, ji nav 6 zarok bûn.

Ji zêdetirî 2 meh in, planên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca guhartina demografî ya seranserî sînorê Sûriyê derbasî qonaxeke nû bûn. Ji destpêka krîza Sûriyê ve û bi rêya êrişên dagirkirinê yên neyekser û yekser ji xaka Sûriyê, desthilata Tirkiyê rûberên fireh ji erdnîgariya Sûriyê dagir kirin, hemû şêweyên tirkkirin û osmaniyê li ser ferz kirin.

Kiryara ku dewleta Tirk a dagirker di vê qonaxê de birêya êrişên xwe yên balafirên bêmirov, hedefgirtina welatiyan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) pêk tîne, dikevin çarçoveya berdewama van planan û di çarçoveya şerekî giştî de ku dagirker li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû pêkhateyên wê pêk tên. Da ku potansiyalên gelan û hêzan ku roleke girîng di têkçûyîna DAIŞ’ê de lîstine, qels bike.

Gera balafirên artêşa Tirk a dagirker li asîmana Sûriyê binpêkirina lihevkirin û peymanên navneteweyî ye û careke din tê teqezkirin ku rejîma neteweperest a îslamî ya bi nûnertiya AKP’ê nikare kiryarên xwe yên dijminane li hember gelên azad û hêzên demokratîk ên li herêmên dîsplîn bike. Ew yek jî di çarçoveya têrkirina xerzîeyên xwe yên xwînrij li dijî welatiyên li herêmê bi taybet gelê Kurd de, pêk tên.

Em sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete û terorîst li dijî welatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin şermezar dikin, her wiha bang li civata navneteweyî û hêzên navneteweyî yên garantorê lihevkirinên bi dewleta Tirk a dagirker re dikin ku pêşî li van êrişên dagirkeriya Tirk bigirin, sûc û kiryarên wê li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bikin.

Em bang li Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî dikin ku qada hewayî ya herêmê li ber balafirên dewleta Tirk bigirin.

Li dawiyê jî bang li rêxistinên navneteweyî dikin ku komîteyên lêpirsîna sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê kirine ava bikin û li hember sûcên kirine muhasebe bikin û dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê re bi dawî bikin."

(fr)