Şêniyên Kobanê şehîdên meha Tîrmehê bi bîr anîn

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê şehîdên meha Tîrmehê bi meşekê û pêxistina mûman li ser gorên wan, bi bîr anîn û soza şopandina xeta şehîdan û fikrê rêber Ocalan dan.

Şêniyên Kobanê şehîdên meha Tîrmehê bi bîr anîn
6 tebax, 2022   19:41
KOBANÊ

Merasîm bi meşekê ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên herêma Firatê ve hatibû rêxistinkirin, dest pê kir. Meş ji ketina bajarê Kobanê ber bi Goristana Şehîd Dîcle ve bi siloganên silavkirina berxwedana QSD’ê û dilsoziya bi şehîdan re dest pê kir.

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê tev li meşê bûn, da ku soza meşa li ser şopa şehîdan nû bikin. Piştî girseya gel gihişt Goristana Şehîd Dîcle, hevseroka Tevgera Xwendekarên Demokratîk a herêma Firatê, Hêvîdar Heranî wiha axivî: “Dewleta Tirk a dagirker dixwaze me ji fikrê rêber Ocalan dûr bixe, lê ew çiqasî hewl bidin me jê dûr bixin, dîsa jî em li ser şopa wî fikrî ne ji ber ku em ronahiyê tê de dibînin.”

/ar/uploads/files/2022/08/06/183939_balshmwa-walmshaal-ahaly-mqatah-kwbany-ystthkrwn-shhdaa-shhr-tmwz-28329.webp

Hêvîdar Heranî, xwendekar Mihemed Îbrahîm, Diyar Hemê û Ebdullah Miho di salvegera yekemîn a şehadeta wan de bi bîr anîn û  got :“Ew xwedî prensîb bûn û jiyana di bin zordariyê de qebûl nekirin, xwestin bi fikrê rêber Ocalan xwe mezin bikin, ji ber wê ew tev li perwerdeyê bûn da ku fikrê wî bêhtir nas bikin,  lê şehadet li benda wan bû.”

Piştre şêniyan mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.

Merasîma bîranîna şehîdên meha Tîrmehê bi pêxistina mûman li ser gorên şehîdan bi dawî bû.

(mh)

ANHA