Li Amedê mîtînga “Çareserî em in, na ji şer û dagirkeriyê re”

Li Amedê bi tevlêbûna bi deh hezaran kesan mîtînga HDP'ê bi diruşma “Çareserî em in, na ji şer û dagirkeriyê re” pêk hat.  Di mîtîngê de hate gotin: “Çareserî ne li Soçî, li azadiya Abdullah Ocalan e.”

Li Amedê mîtînga “Çareserî em in, na ji şer û dagirkeriyê re”
6 tebax, 2022   19:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Amedê bi tevlêbûna bi deh hezaran kesan mîtînga herêmê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşmeya “Çareserî em in, na ji şer û dagirkeriyê re” li Qada Îstasyon a Amedê li daar ket.

Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Li gel ku hewa gelek germe jî ji Riha, Dîlok, Semsûr, Dêrsim, Êlih, Şirnex, Wan û bajarên din ên Bakurê Kurdistanê bi dehhezaran kes tev li mîtîngê bû.

Di mitîngê de wê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê, TUAY-DER, MEBYA-DER, MED-DER, TUHAD-FED, Komeleya Jinan a Rosayê, OHD, ÎHD, DÎK, GOÇ-DER, Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya 78’an tev li mîtîngê bûn.

BI DIRÛŞMEYA ‘BÊ SEROK JIYAN NABE’ BERSIVA POLÎSAN DAN

Li Qada Îstasyonê, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hatin berzkirin.

Her çend ku polîsan xwestibin destwerdanê li pergala deng bikin jî girseyê sirûda “Çerxa Şoreşê” xwend û dirûşmeya “Em ê bi berxwedanê ser kevin” berz kir.

Polîsan dest danîn ser posterê Aysel Tugluk. Li ser vê yekê di navbera girseyê û polîsan de rageşî derket. Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan bertek nîşanî polîsan da û da zanîn ku Midûriyeta Emniyetê ya Amedê li pey provakasyonan e. Ocalan, xwest ku polîs xwe paşve vekişînin.

DERFETÊN ÇARESERIYÊ HENE

Piştî provakasyona polîsan jî li ser navê Komîteya Amadekar a Mitîngê Mehmet Şîrîn Şehîr axaftina destpêkê kir. Şehîr da zanîn ku niha yek jê mezintirîn krîzên dîrokê tê jiyîn û wiha got: “Derfetên çareseriyê herî mezin niha di roja me de hene. Em ji hezaran azadîxwazên li vê qadê re dibêjin ku çareserî em in.”

VAYE QAD, VAYE GEL

Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulistan Atasoy jî girse silav kir û ev tişt anî ziman: “Daxwaza azadiyê, hestekî ew qas xurt e ku tu tişt nikare xwe li pêşiya wê bigire. Vaye îspata vê ya herî mezin jî Qada Stasyonê ye. Amed dîsa dîrokê dinivîse. Derseke baş didin kesên ku hêviya xwe girêdayî şer, dijminatiya jinan û tecrîdê kirine. Her bijî Amed. Wê encamekî ji polîtîkaya şer negirin. Zext wê nekarin me ji rêya me bikin. Gelê Amedê derseke baş dide kesên ku heta niha ev îrade fêm nekirine. Eger we heta niha fêm nekiribe vaye ji we re qad, vaye ji we re gel. Amed hêviya demokrasiyê ye, navê serkeftinê bi xwe ye.”

OZTURK: ÇARESERÎ SOÇÎ NÎNE, ÎMRALI YE

Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk di mitîngê de axivî û wiha got: “Tirkiye di nava krîzeke mezin de ye. Sedema ve jî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ye. Desthilatdariya faşîst li derve li çareseriyê digere. We di 5’ê Nîsana 2015’an de biryara girankirina tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan dan. Hûn bi feraseta ku ev sed sal in didome tevgeriyan û got qey wê bi qetilkirin û girtinan Kurdê ku dixwazin biafirînin. Qada Stasyonê careke din nîşan da ku ev plana we negirtiye. Ji bo çareseriyê berê xwe didin Soçiyê lê çareserî ne li Soçiyê, çareserî li Îmraliyê ye û di azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan de ye.”

‘HETA HESAB NEYÊ DAYÎN HEVHELALKIRIN NABE’

Bi domdarî Ozturk got ku di salên 1980’an de li zindanan ser Kurdan hovîtiyeke mezin hate kirin û wiha pêde çû: “Xwestin Kurdan teslîm bigirin û xiyanetê pêş bixin. Lê belê rêhevalên me berxwedaneke mezin raber kirin û bersiveke mezin dan. Kurd li hemberî we serî natewînin. Kurdan ji bo her destkeftiyekê bedelên giran dan. wê ev berxwedan ji vir û şûnde jî bidome. Banga me ji bo muxalefetê ye. Qala hevhelalkirinê dikin. Heta ku hesaba Zîlan, Dêrsim û Roboskê neyê dayîn em ê çawa hevhelal bikin? Divê pirsgirêka Kurd were çareserkirin. Bi dijminatiyê nabe. Her êrişa we me bihêztir dike. Divê em salên 2013-2015’an bînin bîra xwe. Bi birêz Ocalan re hevdîtin hatin kirin. Lê bi kêrî we nehat û we pêvajo têk bir. Lê çi dibe bila bibe hûn wê rûnin ser wê maseyê. Ji bilî wê tu vebijêrkên din nînin.”

VAYE ÎRADE Û SEKNA GEL

Piştî axaftina Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz axivî. Aydenîz jî destpêkê girse bi zaravayên Kurdî yên kurmancî û kirmanckî silav kir.

Aydenîz wiha got: “Tevî hemû zehmetî, astengkirin û hewayê germ jî bi hezaran kesan ji bo ku payemeke xurt bidin desthilatdariya faşîst, Qada Îstasyonê tije kirin. Her cara ku ev deshtilatdarî devê xwe vedike dibêje; ‘nikarin xwe li ser pêyan bigirin.’ Lê belê tevî hemû zilm û zextan jî ji bo xwedîderketina li fikriyeta HDP’ê qad tên tijekirin. Vaye sekna gelê serê xwe natewîne û îradeya wan. Em ê di tu şert û mercan de destûrê nedin ku dozên kompasê vê fikriyatê ji holê rakin. Ev mitînge jî delîla vê ye. 

Ya ku li başûrê Kurdistanê tê kirin, polîtîkaya îlhaqkirinê ye. Ev desthilatdarî xwe bi zext û qeyûman ser pêyan digire. Hêza xwe jî polîtîkayên pişaftin, înkar û tunehesibandinê yên sedsalî digire. Lewma li dijî her deverê şer radigihîne. Armanca esasî ya şerê li dijî Başûr jî ew e ku destkeftiyên Kurdan ên bi bedelên giran hatine bidestxistin tune bikin, xaka Başûr îlhaq bikin û polîtîkaya mêtingeriyê bi cih bînin. Dixwazin Kurdan û Kurdistanê weke mêtingeha xwe birêve bibin. Li Başûr û Rojava şer dikin. Her roj Mexmûr û Şengalê bombebaran dikin. Em jî dibêjin ku ev polîtîkaya we ya şer tu carî bi ser neket û wê bi sernekeve jî. Ya ku îro li Başûr tê kirin, polîtîkaya îlhaqkirinê ye. Bombebarana li Zaxoyê jî awayekê vê ya cuda ye. Em êrişa li dijî Zaxoyê şermezar dikin. Dixwazin herêmê vala bikin. Lewma her roj êriş dikin û çekên kîmyewî bi kar tînin. Lê şer û êriş çareserî nînin.”

DIVÊ STATÛYA GELÊ ŞENGALÊ BÊ NASKIRIN

Aydenîz diyar kir ku her wiha êrişî Şengalê jî dikin û got: “Em li vir berxwedana civaka êzidî silav dikim. Heta ku statûya Şengalê tê qebûlkirin jî wê têkoşîna me bidome. Em bi gelê Şengalê re ne. Divê statûya xelkê Şengalê teqez were naskirin. Yên ku nekarîn vî gelî ji 73 fermanan biparêzin, wê ji vir û şûnde jî nekare biparêz e. Daxwazên gelê Şengalê zelal in. Divê hem dewletên herêmê û hem jî yên navneteweyî statûya wan nas bikin. 

‘ÊDÎ TIŞTEKÎ KU EV DESTHILATDARÎ BIDE CIVAKÊ NEMAYE’

Yên ku nekarîn li Başûr encamekî bi dest bixin, bi pêleke nîjadperestiyê hewl didin êrişî Rojava bikin. Em we ji Efrîn û Serêkaniyê nas dikin. Hûn ketine derdê wê ku tiştên we li vê derê kirin li Rojava jî bikin. Hemû kes pê dizane bê ka we Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî çawa pêşkeşî çeteyan kir. Bi şerê li dijî Rojava re wê krîza heyî hêj girantir bibe. Em ê li dijî vî şerî derkevin û ew jî ji bo xwe ser pêyan bigirin dixwazin vî şerî bikin. Êdî tiştekî ku ev desthilatdarî bide civakê nema ye. Lewma planên êrişeke li dijî Rojava dikin. Gelê Kurd li Kobanê, Reqa û Efrînê DAÎŞ têk bir. Bi vê êrişê dixwazin DAÎŞ’ê dîsa zindî bikin û tola wê hilînin. Lewma gelê Kurd wê destûrê nede ku desthilatdarî bi polîtîkaya şer hebûna xwe bidomîne. 

TÊKOŞÎNA AZADIYÊ

Ev desthilatdarî biçe ku derê dijminatiya Kurdan dike. Diçe Soçî û Madrîdê dijminatiya Kurdan dike, diçe Astana û Tehranê dîsa heman dijminatiyê dike. Di dawiya dawî de ev dijminatiya li Kurdan wê dawiya we bîne. Desthilatdarî dixwaze di vê sedsalê de Lozaneke din bi serê Kurdan bîne. Gelê Kurd têkoşîna azadiyê dide û êdî gihiştineke asteke wisa ku li Rojhilata Navîn û Tirkiye yê teşe dide siyasetê. wê Lozaneke din teqez çênebe ji ber ku Kurd ne Kurdên sedsal berê ne. Gelê Kurd niha li çavrêya azadiyê ye.

HETA TECRÎD NEYÊ BI DAWÎ KIRIN EM NASEKININ

Zilma li dijî Kurdan didome. Girtîgeh ji Kurdan hatine tijekirin û zilmê li girtiyên nexweş dikin. Çevîk Bîr hate berdan lê Aysel Tugluk ji ber ku Kurd e nehate berdan. Em dîlgirtiyên li zindanan silav dikin. Heta ku Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş tên berdan em ê têkoşîna xwe bidomînin. Hemû polîtîka bingeha xwe ji polîtîkaya tecrîdê digirin. Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir, îro li seranserî civakê belav bû. Heta ku tecrîd bi dawî dibe jî em ê nesekinin. Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Divê her kesê ji xwe re dibêje ez mirov im û demokrat im, li dijî tecrîdê derkeve. Gelo partiyên muxalefetê ji bo vê tecrîdê dibêje çi?

ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD JI ÎMRALIYÊ DERBAS DIBE

Bi hatina Kurdistanê û bi gotinên ‘em heqê xwe li hev helal bikin, rêya demokrasiyê ji Amedê re derbas dibe’ û hwd. bo gelê Kurd gelek girîng nîne. Xeta sor a gelê Kurd, azadiya birêz Abdullah Ocalan e. Ji bo demokratîkbûna Tirkiye yê çareserî ne di dijminatiya li dijî Kurdan de, şer, dijminatiya li jinan û şewitandina daristanan de ye. Çareserî, birêz Abdullah Ocalan e. Çareseriyên birêz Ocalan pir zelal in. Ji bo azadiya birêz Ocalan niha çalakî tên lidarxistin. Hemû kes dizane ku ev paradîgma, li dijî pergala kapîtalîst paradîgmayeke alternatîf e û jê bihêvî ye. Di salvegera komarê de rêya demokratîkbûnê û çareserkirina pirsgirêka Kurd, di Îmraliyê re derbas dibe. Bila muxalefet vê rastiyê jî baş bizane.

Birêz Ocalan di hevdîtina 7’ê Tebaxa 2019’an de ji parêzerên xwe re got; ‘ez dikarim di hefteyekê de çareser bikim.’  Ji bo azadiya birêz Ocalan em ê her tim têbikoşin. Em ê her tim bi wê îradeyê re bin. An serkeftin, an serkeftin.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di mîtîngê de wiha axivî:‘’We dengê azadiyê û aştiyê anîn vê qadê. Tevî şertên zehmet û germahiya zêde we ev qad tije kir. Em ji bo azadî, aştî û edaletê li vê derê ne. Yên ku dibêjin qey wê HDP’ê bi dozên dek û dolaban tune bikin, bila li vê qadê baş binihêrin û vê vînê bibînin. Bila ji xwe şerm bikin, heke şerm nekin jî bila ji vê sekina bibiryar a gel bitirsin. Her ku hûn bimeşin, em ê ji bo hemû pirgirêkan çareseriyê bi pêş bixin. Soza me he ye, çareserî em in.

DESTHILATDARÎ BI ŞER XWE JI PÊYAN DIGIRE

Ev desthilatdarî, ji aliyekî ve welêt dişêlîne, ji aliyekî ve jî bi polîtîkayên talan û rantê pariyê nan ê gel dixwe û gel bêhtir xizan dike û terkê birçî bûyînê dike. Vê pergala kedxwariyê, xwe bi polîtîkaya şer ji pêyan digire. Em jî li dijî şer, xwedî li kedkarên vî welatî derdikevin û ji şer û kedxwariyê re dibêjin na.

JI BO DESTÛRA ŞER DERÎ BI DERÎ DIGERIN

Her ku desthilatdarî ji hev dikeve, serî li polîtîkaya şer dide. Ji ber polîtîkaya şer, Başûrê Kurdistanê veguherandin cihê şer. Niha jî planên êrîşên li dijî Rojava çêdikin. Ji bo ku vîna gelê Kurd a li wê derê têk bibin, derî bi derî digerin ku destûra şer bigirin. Lê belê bila baş bizanin ku bi milyonan kes hene ku rê li ber vî şerî bigirin. Em xwedî wê siyasetê ne ku van milyonan bînin bal hev. Desthilatdarî, planên şer ên li dijî Bakur û Rojhilatê, ne ji ber ewlehiya neteweyî lê ji bo domandina desthilatdariya xwe dike.

BANG LI HÊZÊN DEMOKRASIYÊ KIR

Ev desthilatdarî têk diçe. Em ê îradeya we û îradeya gelên Tirkiyeyê, ya bindest û kedkaran bikin yek û vê desthilatdariyê têk bibin. Banga me ji bo hemû hêzên demokrasiyê ew e ku nebin parçeyek ê planên şer. Ji bo pûç kirina van planan, werin em bi hev re têbikoşin. Banga min li partiyên din ên mixalefetê jî ev e; heke bi rastî em bi qasê serê derziyê demokrasiyê bixwazin, divê em hay ji van planan hebin. Nexwe heke bi desthilatdariyê re bikevin pêşbirka nijadperestiyê, hingê wê demokrasî li vî welatî çênebe û welêt ji krîzê xelas nebe. Partiyek a li ber polîtîkaya şer a desthilatdariyê ranebe, wê nekare demokrasiyê bîne vî welatî. Em dibêjin werin li dijî em bi hev re eniyek a mezin ava bikin û vê vînê nîşan bidin. Divê em vê pergala şer û kedxwariyê biguhêrin. Lewma em, tifaqa demokrasiyê mezin dikin. Diyariya herî mezin ku em bikarin bidin vî welatî, aştî ye.

EM Ê SIYASETA DEMOKRATÎK JI PÊYAN BIGIRIN

Weke HDP’ê soza me ya aştiyê heye. Ji bo aştiyê jî gava herî giring, girtina ber li polîtîkaya şer e. Ji bo aştiyê em ê bi hemû hêza xwe têbikoşin. Ji bo parastina aştiyê jî em ê heta dawiyê siyaseta demokratîk biparêzin. Polîtîkayên şer hiqûqê têk dibin. Polîtîkaya şer, stargehên desthilatdariyên tirsonek in. Aştî jî bi wêrekiya kesên azadîxwaz û demokrasîxwaz pêkan e. Wêrektiya herî mezin jî têkoşîna ji bo aştî û azadiyê ye.

JI BO ÇARESERIYÊ DIVÊ OCALAN BIKARE ROLA XWE BILÎZE

Em ê astengiyên li ber aştiyê rabikin. Ev 40 sal in li vî welatî şer heye. Ev 100 sal in ku pirsgirêka Kurd heye. Heta şer neyê bidawîkirin, çareserî bi pêş nakeve. Em ê vî şerî bi dawî bikin. Ocalan 3 sal berê li Îmraliyê ji parêzerên xwe re got; ‘’Ez dikarim vî şerî bi dawî bikim.’ Armanca tecrîda ku ev 20 sal in didome ew e ku Ocalan nekare rola xwe ya ji bo bidawîkirina şer bilîze. Domandina tecrîdê, israra di polîtîkaya şer û neçareseriyê de ye. Ji bo aştî û çareseriyê divê ev tecrîd teqez were bidawîkirin û şert û mercên ku Ocalan bikare rola xwe bilîze bên amadekirin. Weke HDP’ê em ê ji bo vê rola xwe bilîzin.

EM XWEDÎ GOTIN Û HÊZ IN

Em xwedî gotin û hêza pêk anînê ne. Em xwedî tecrûbeyek a bi salan in. Em hewil didin liyaqê bedelên gelê me dane, yên hevalên me dane û yên niha hevalên me li girtîgehan didin bin. Ji bilî vê tu armanc, derd û hesabên me tu nîn in. Em komarek a demokratîk ava bikin bes e. Em xwedî wê hêzê ne ku vê pêk bînin. Çareserî em in, çareserî bi me re ye. Heta em ber li şer negirin em ê nekarin vê pergala kedxwariyê bi dawî bikin.”

Piştî axaftina Sancar, hunermend Mûrat, derket ser dikê û girseyê li ber stranên wî govend girt.