​​​​​​​Rojnameyên erebî: Komên Siwêdayê hikumeta Şamê ji rewşa tevlîhev berpirsiyar dibînin

Rojnameyên Erebî yên îro, bal kişand ser mijara Lîbyayê, rewşa Siwêydayê û xitimîna siyasî ya li Iraqê.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Komên Siwêdayê hikumeta Şamê ji rewşa tevlîhev berpirsiyar dibînin
6 tebax, 2022   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

‘HÊZÊN SIWÊDAYÊ REJÎMA SÛRIYÊ Û HIZBULLAHÊ JI ALOZIYÊ BERPIRSYAR DIBÎNIN’

Rojnameya Şerq El-Ewset der barê mijara Sûriyê de wiha nivîsand: "Li parêzgeha Siwêdayê ya başûrê Sûriyê ku piraniya niştecihên wê durzî ne, hîna jî bûyerên siyasî û ewlekariyê yên vê dawiyê rû dane, dewam dikin. Ya sereke jî bêbandorkirina Hêzên Fecer ên bi serkêşiya Racî Felhût û yên girêdayî ewlehiya rejîma Sûriyê, ji aliyê komên xwecih ve bû.

Tiştê ku di van saetên dawî de derketiye holê ew e ku "hêzên nîştimanî" daxuyaniyek belav kir, tê de rejîm bi hevkariya Hizbullahê wek berpirsê "tevliheviya" li herêmê nîşan da. Piştî vê yekê, nûçeyên veguhestina berpirsê şaxê Ewlekariya Leşkerî li Siwêydayê Eymen Mihemed û hejmarek berpirsên wê şaxê hatin belavkirin.

Hêzên nîştimanî di daxuyaniya xwe ya roja pêncşemê de wiha got: "Ev tevliheviya ewlehiyê, bêexlaqî, zêdebûna sûcan, dizî, revandin, kuştin û madeyên hişbir, tenê bi agahiya desthilatê û rêveberiya saziyên wê yên ewlehiyê ye, her wiha bi çavdêrî  û fînansekirina Hizbullaha Îranê ye. Ev yek hewldana ewlekirina rêya madeyên hişber li herêma başûr e û avakirina kargehên madeyên hişber û belavkirina wan di nava ciwan û xwendekarên dibistanan de ye."

Di daxuyaniyê de her wiha pesnê "xebatên vê dawiyê yên ciwanên Siwêdayê” hat dayîn ku koma Racî Felhût a girêdayî beşa Îstixbarata Leşkerî ji holê rakirin.

Hêzên nîştimanî yên Siwêdayê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku bidawîkirina vê kaosa organîzekirî tenê bi tunekirina rejîma otorîter û piştevanên wê, pêkan e û wiha dewam kir: “Çareserkirina pirsgirêkên xwecihî û vegerandina ewlekarî û ewlehiyê li Siwêdayê bi çareseriyeke niştimanî ya giştî ji doza Sûriyê re ya bi hemû aliyên wê yên siyasî, civakî û yasayî ve girêdayî ye. Ew jî li gorî biryarên navneteweyî yên pêwendîdar ku tekeziyê bi veguherîna siyasî ji zilmê ber bi dewleteke neteweyî ya demokratîk ve, ku hişê mirovê Sûriyê yê windabûyî, rûmeta wî ya jê hatî dizî û baweriya wî bi wî û dewleta ku bi îradeya xwe ya azad vedigerîne, pêk tê."

‘IRAQ DÎLÊ LÎSTOKA DI NAVBERA SEDR Û MALIKÎ DE YE’

Rojnameya El-Ereb jî der barê rewşa Iraqê de wiha nivîsî: "Çarçoveya Hemahengiyê, însiyatîfa oldarê şîe Muqteda Sedr a ji bo çareserkirina krîza siyasî ya Iraqê pêşwazî kir lê bi şert. Di demekê de ku girseyên alîgirên Sedr li Herêma Kesk a Bexdayê xwepêşandana xwe berdewam dikin.

Çavdêr diyar dikin ne ku şert û mercên "mayinkirî" yên ku di Çarçoveya Hemaheniyê ji bo erêkirina jihevixstina parlamantoyê û lidarxistina hilbijartinên nû danîne, di rastiyê de li gorî fikirên dijminê Sedr, Nûrî Malikî ye ku berê jî di yekem reaksiyona xwe de li ser însiyatîfa serokê şîe de behs kiribû. Malikî wê demê tekezî bi pêwîstiya bikaranîna "mekanîzmayên destûrê û erêkirina nîştimanî" ji bo gotûbêjkirina her însiyatîfekê kiribû.

Çavdêran daxuyand ku mebesta Malikî ku di civîna dawî ya fermandarên Çarçoveya Hemahengiyê de hate gotûbêjkirin, avakirina hikumeteke nû bi serokatiya namzetê xwe Mihemed Şiya Sûdanî ye ku proseya amadekariyê ji bo hilbijartinên nû yên yasayî bike.”

‘LÎBYA: GELO BIRYARA ‘SEROKATIYÊ’ DÊ BIBE GAVEK JI BO YEKKIRINA ARTÊŞÊ?’

Rojnameya El-Beyan têkildarî rojeva Lîbyayê wiha nivîsand: "Li Lîbyayê bi mebesta yekkirina artêşa niştîmanî, di koordînasyona leşkerî de tevgerek berfireh tê dîtin. Berdevka Meclisa Serokatiyê Necwa Wehîbe diyar kir ku meclisê biryar daye ku hemû odeyên serbazî yên hevbeş bên jihevxistin û biryar ji bo hemû yekîneyên leşkerî bê dayîn ku pêk bînin û alîkariya serfermandariyê di yekkirina saziya leşkerî de bikin.

Necwa Wehîbe amaje bi vê yekê jî kir ku biryara Fermandariya Bilind a Artêşê ya jihevxistina odeyên leşkerî yên hevbeş, hemû odeyên leşkerî li herêmên cuda yên welat digire nava xwe û tenê behsa odeyekê yan kesayetiyeke leşkerî nake. Her wiha bal kişand ser ku ev biryara leşkerî ji bo yekîne û herêmên leşkerî tê belavkirin, ne ji bo çapemeniyê ye. Armanca biryarê ew e ku alîkariya serfermandariya artêşê bê kirin da ku saziya leşkerî bike yek. Wehîba destnîşan kir ku mekanîzmaya pêkanînê, şopandina wê û girtina tedbîrên li dijî yên nerazî, wek mijareke leşkerî ye ku li gorî qanûnên leşkerî bê nirxandin.

Çavdêr diyar dikin ku biryara Meclisa Serokatiyê ya jiholêrakirina her 15 odeyên leşkerî hewldanek e ji bo çareserkirina qeyrana sazûmaniyên rêxistinî yên komên çekdar ên rojavayê Lîbyayê ku hîna jî di bin serweriya milîsan de ne.

Tê çaverêkirin ku biryara Meclisa Serokatiyê dê bibe alîkar ku rê li ber hewlên yekkirina saziya leşkerî veke, berî ku serfermandarê hêzên hikumetê li rojavayê welêt ji bo serdanekê ber bi Bîngaziyê ve biçe ku ji sala 2014'an ve cara yekem e.”