Hikumeta Şamê hîna di zîhniyeta xwe de bi îsrar; dema ‘hilbijartinên’ meclisên herêmî ragihand

Ji bo mayîndekirnia zîhniyeta desthilatdar ku sedema aloziya li Sûriyê ye, Beşar Esed biryarek derxist û li gorî wê dema “hilbijartinên” meclisên herêmî li herêmên serweriya xwe diyar kir.

Hikumeta Şamê hîna di zîhniyeta xwe de bi îsrar; dema ‘hilbijartinên’ meclisên herêmî ragihand
6 tebax, 2022   08:53
 NAVENDA NÛÇEYAN

Ajanseke girêdayî hikumeta Şamê ragihand ku Beşar Esed biryarek derxistiye û li gorî wê dema  “hilbijartinên” meclisên herêmî li herêmên serweriya xwe diyar kiriye.

Li gorî heman ajansê, di biryarê de wiha tê gotin: “Li gorî hikumên Qanûna Rêveberiya Herêmî û hikumên Qanûna Hilbijartinên Giştî bi hejmar 5, Beşar Esed biryara bi hejmar 216 ya sala 2022`yan derxist, ku li gorî wê 18`ê Îlona 2022`yan roja yekşemê dema hilbijartina endamên meclisên herêmî ye.”

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, ev hibijartinên duyemîn e ku tu heviyên guhertinê yên berbiçav jê nayên kirin. Ji ber ku encamên wê ji beriya ku dest pê bikin ji bo berjewendiya endamên Partiya Baasê û yên nêzî hikumeta Şamê ne û dê zîhniyeta desthilatdar ku bû sedema aloziyê, mayînde bikin. Zîhniyeta hikumdarên li Şamê heman zîhniyeta beriya aloziya Sûriyê ye. Her wiha bingeha “nenavendîbûnê” ku hikumeta Şamê propagandaya wê dike, tenê îdiayeke şeklî ye û biryarên ku li gorî wan “meclisên herêman” tên bêbandorkirin, wê yekê derew derdixe, ji ber ku navên kesên di van “hilbijartinan” de bi ser dikevin, heta beriya ku hilbijartin dest pê bikin, amade ne.

Hilbijartinên dawîn ên meclisên herêmî di 6`ê Îlona 2018`an de hatibûn lidarxistin ku li gorî Qanûna Rêveberiya Herêmî bi hejmar 107, wê demê dihat payîn ku ji destpêka 2016`an ve hilbijartinên herêmî pêk hatibana.

(cx)