Yekîneya Şehîd Bedran Gundikremo li baregeheke MÎT’ê xist

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo da zanîn ku li dijî qereqoleke artêşa Tirk a li Sîrê ya Başûr çalakiyek li dar xistiye û 2 dagirkerên di çeperên de hatine cezakirin. Her wiha diyar kir ku ew qereqol navendeke MÎT’ê ye.

Yekîneya Şehîd Bedran Gundikremo li baregeheke MÎT’ê  xist
6 tebax, 2022   08:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo di 3’yê Tebaxê saet di 15.30’an de li qereqola dewleta Tirk a dagirker a li Sîrê ya Başûrê Kurdistanê da. Ev qereqol baregeha dewleta Tirk û navendeke MÎT’ê ye.

Di çalakiyê de li çeperekê hate xistin û 2 leşkerên Tirk ên dagirker ên di çeperê de hatine kuştin.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo wiha da zanîn: “Dewleta Tirk a dagirker û xayînên ku xizmeta wan dikin divê bizanin ku li her bihosta Kurdistanê dê bibin hedefa me. Wê axa Kurdistanê ya pîroz ji dagirkeran re bibe goristan.”