Hêzên hikumeta Şamê bi çekên giran rojavayê Derayê topbaran kir

Piştî sewqiyatên leşkerî, hêzên hikumeta Şamê bi çekên giran û tankan rojavayê Derayê topbaran kir.

Hêzên hikumeta Şamê bi çekên giran rojavayê Derayê topbaran kir
6 tebax, 2022   09:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên a Sûriyê (SOHR) da zanîn ku hêzên hikumeta Şamê bi çekên giran û tankan mezre û gelek malên li bajarên Tefes û Yadode yên li bejahiyên rojavayê Derayê topbaran kirin, her wiha hemwextî wê hewl da bi ser taxên li başûrê bajarê rojavayê Tefesê ve biçin.

Ev yek, piştî 10 rojan ji gefên destpêkirina êrişeke leşkerî li dijî serokê komîteya ewlehî û rûspiyên Derayê pêk tê ku heke hevkariya bi wan re red bikin û kesên hikumet dixwaze neyên radestkirin. Di civîna 25’ê Tîrmehê de hêzên hikumeta Şamê kesên tawanbar ji rûspiyan xwestibûn.

Duh, hêzên hikumeta Şamê nehişt cotkar biçin nava zeviyên xwe û ew hemwextî sewqiyatên leşkerî yên li rojavayê Derayê pêk hat.

Li herêmê hêzên hikumeta Şamê di rewşeke awarte de ne, her wiha bendeke leşkerî li herêma Rey a li ser rêya bajarokên Yadode û Mizêrîb ên rojavayê Derayê de hate avakirin.

Li aliyekî din jî komên ji hêzên hikumea Şamê bi ser malên li bajarokên Bekare de girt û gef li welatiyan xwar ku ew ê bajarok bişewitînin û wêran bikin ku ew jî wek bersiva êrişeke li dijî erebeyeke leşkerî li nêzî Bekare ya li rojavayê Derayê nîşan dan ku di encamê de efserek û endamekî Firqeya 5’an birîndar bûbûn.

Hêzên hikumeta Şamê, duh 8 erebeyên leşkerî ku tê de leşker hebûn û panzer, topavêj û gelek erebeyên din ber bi stada Derayê ve bi rê kirin.

(fr)