Şêwira li Helebê di roja xwe ya duyemîn de dest pê kir

Hevdîtina Şêwirê ya Helebê di roja duyemîn de dest pê kir û dê îro mijara "Nenavendîbûnê" nîqaş bikin.

Şêwira li Helebê di roja xwe ya duyemîn de dest pê kir
6 tebax, 2022   08:22
HELEB

Hevdîtina Şêwirê ya Helebê ku ji aliyê Malbenda Çandê ya Helebê ve hatiye organîzekirin, bi dirûşma "Sûriye bi ku ve diçe?" li Hola Star Layt a herêma Şiqyêf a Helebê û bi beşdariya 35 delegeyên ji herêmên cuda yên Sûriyê, di roja duyemîn de dewam dike.

Hevserokê Malbata Çandê ya Heleb Ehmed Bîrhat û çalakvana sivîl Yasmîn El-Eynîyê û endama Nivîsgeha Têkiliyan a MSD`ê Fatme Hesîno dê rûniştina bi navê "Nenavendîbûn" bi rê ve bibin. Di heman demê de ew ê beşdar nîqaş û nêrînên xwe parve bikin.

Tê payîn ku di roja duyem û dawîn de di çarçoveya encamnameyê de biryar û pêşniyar werin kirin.

(eh)

ANHA