​​​​​​​Girtiyên Girtîgeha Wanê dest bi greva birçîbûnê kir

Girtiyên siyasî, li dijî îşkenceyên ku li Girtîgeha Wanê zêde bûne, dest bi greva birçîbûnê kir.

​​​​​​​Girtiyên Girtîgeha Wanê dest bi greva birçîbûnê kir
5 tebax, 2022   20:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên di Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê de, li dijî kirinên îşkenceyî yên di girtîgehê de zêde bûne, dest bi greva birçîbûnê kirin.

Li gor agahiyên ji xizmên girtiyan hatin wergirtin, hat zanîn ku ji ber ku rêvebiriya girtîgehê, dest daye ser daxwaznameyên girtiyan ji Meclis, Wezareta Edaletê û dozgeriyên têkildar re nivîsîne û pêkanînên kêfî yên arasteyî girtiyan ên rêvebiriya girtîgehê, girtiyan, 1’ê Tebaxê dest bi greva birçîbûnê ya bi dorveger kirine.

Greva birçîbûnê ya girtiyan daye destpêkirin, ji aliyê koma duduyan ve dewir hat girtin, lê nehat zanîn ku çalakî bi çend rojan tê dewirkirin.