ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-08-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-08-2022
5 tebax, 2022   23:00

- Beşdarên hevdîtina şêwirî ya Helebê diyar kirin ku Rêveberiya Xweser proje yekane ye ku banga nirxên bingehîn dike û got, ev proje ji bo demokratîkkirina Sûriyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Sekreterê Giştî yê Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk li Sûriyê Ehmed El-Erec diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dê her firsendekê bi kar bîne da ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike. Her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide fişarên Amerîka yên li ser hegemoya Îranê li Sûriyê û Iraqê bi kar bîne da ku destkeftiyan li ser asta derve bi dest bixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di çarçoveya rewşa awarte de ku Rêveberiya Xweser li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandiye, komînên navçeya Tirbespiyê zêdetirî 70 jêrzemîn bi pêdiviyên bingehîn amade kirin, dewreyên perwerdeya çek û destwerdana lezgîn vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Firatê Ferhan Hec Îsa bang li Koalîsyona Navneteweyî ku li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên ku kesayetên çeteyên DAIŞ`ê têk birin, dike armanc helwesta xwe zelel bike. Cîgirê serokatiya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê jî got: " Ji bo parastina herêmê divê em bi hêzên leşkerî û Rêveberiya Xweser re hevgirtî bin.''(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid anî ziman ku rêveber ji diyalogên navxweyî re vekirî ye ku xaka Sûriyê parast û diyar kir ku divê diyalokeke niştimanî pêk were da ku aloziya Sûriyê dûrî vebijêrka çekdarî çareser bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Xwendekarên Mekatronîk a Peymangeha Bilind a Zanistên Teknîkî ya Zanîngeha Rojava projeyên xwe yên derçûnê pêşkêş kirin. Di vê çarçoveyê de parçeyên laş çêkirin da ku di siberojê de sûdê jê werbigrin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Tevgera Azadiya Jinên Êzidî diyar kir ku hikumetên Bexda û Hewlêr berpirsên fermana 3`yê Tebaxê ne ku bi destê çeteyên DAIŞ`ê li dijî êzidiyan li Şengalê pêk hat. Şervaneke YPJ`ê ku tev li hemleya rizgarkirina Şengalê bûye, destnîşan kir ku civaka Êzidî, bi rêya rêveberiya xwe ya xweser xwe bi birêve dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li gundên li bemberî eniyên şer ên bi artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê re, jin ji bo parastina xwe di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de ji êrişên dagirkeran xendeqan dikolin û çeperan ava dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA