Kolanên sereke yên Hesekê û Qamişlo hatin ronîkirin

Piştî kar û xebatên du meh û nîv ên Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê ya Herêma Cizîrê gelek kolanên sereke yên Qamişlo û Hesekê hatin ronî kirin.

Kolanên sereke yên Hesekê û Qamişlo hatin ronîkirin
Kolanên sereke yên Hesekê û Qamişlo hatin ronîkirin
Kolanên sereke yên Hesekê û Qamişlo hatin ronîkirin
Kolanên sereke yên Hesekê û Qamişlo hatin ronîkirin
5 tebax, 2022   19:23
QAMIŞLO

Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê ya herêma Cizîrê bi koordîneya Desteya Hundirîn û Nivîsgeha Enerjiyê ya Herêma Cizîrê di 15`ê Gulanê de dest bi projeya ronîkirina kolanên sereke yên bajarên Qamişlo û Hesekê kir.

Li gorî hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê ya Herêma Cizîrê Silêman Ereb, xeta ku kehrebeyê dide stûnên ronîkirinê îstîsna ye û tê de hertim kehrebe heye, armanc jî hêsankirina tevgera welatiyan di şevê de û peydakirina ewlehiyê ye.

Projeya ronîkirinê li Qamişlo ji çerxerêya Şehîdên Enternasyonalîst heta çerxerêya taxa Elaya li aliyê rojhilat û ji çerxerêya Osman Sabrî heta benda kontrolê ya Sûmeye li taxa Hilêliye li aliyê rojava pêk hat. Li Hesekê jî kolan ji çerxerêya Panorama heta pirê Xiwêran û ji çerxerêya Cûdî heta çerxerêya Kelasê hat ronîkirin.

Hejmara stûnên ronîkirinê yên li Hesekê û Qamişlo hatine danîn gihaşt 295 stûnan. Lêçûna projeyê li her du bajaran gihaşt derdora 420 hezar dolarî.

Tê payîn ku proje di çend hefteyên bê de bi dawî bibe.

(şx)

ANHA