Mihemed Helbusî piştgirî da banga Sedr ya ji bo hilbijartina pêşwext

Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbusî bi peyamekê piştgiriya xwe ji bo daxwaza Muqteda Sedr a ji bo hilbijartina pêşwext ya Iraqê anî ziman.

Mihemed Helbusî piştgirî da banga Sedr ya ji bo hilbijartina pêşwext
5 tebax, 2022   13:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbusî peyamek di rûpela xwe ya Twetterê de belav kir û ragihand ku Parlamentoya Iraqê, parlamentoya gel e û got: “Kesên ku niha li parlamentoyê beşek ji wijdana wê ne, ji ber wê divê xwesteka wan ya hilbijartina pêşwext neyê paşguh xistin. Piştgiriya daxwaza Muqteda Sedr a ji bo hilbijartina pêşwext a parlamento û wezaretên parêzgehan dikîn.”

Hêjayî gotinê ye ku duh Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedir bi peyamekê ragihand ku hevdîtina li gel Çarçoveya Hemahengî ya Şieyan red kir û daxwaza hilbijartina pêşwext û hilweşandina Parlamentoya Iraqê kir.