​​​​​​​Şêwira Malbenda Çandê bi nîqaşên li ser nasnameya nîştimanî didome

Xebatên Şêwira Malbenda Çandê ya Helebê bi axaftin û nirxandina mijara yekemîn a bi sernavê “Nasnameya nîştimanî ya giştî” û nîqaşên li ser wê didomin.

​​​​​​​Şêwira Malbenda Çandê bi nîqaşên li ser nasnameya nîştimanî didome
5 tebax, 2022   13:15
HELEB

Vê sibehê xebatên Şêwira Malbenda Çandê ya Helebê bi beşdariya 35 delege û kesayetên ji hemû herêmên Sûriyê dest pê kir.

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Desteya Hevrêziya Neteweyî û endamê Tevgera Guhartina Demokratîk Ziyad Wetfe axaftina destpêkê kir.

‛RÊVEBERIYA XWESER MODELEKE NETEWEYÎ YA DÛRÎ TAWANÊN PARÇEBÛNÊ YE’

Ziyad Wetfe di destpêkê de îşaret bi kesên Şoreşa 19’ê Tîrmehê dişopînin kir û got: "Ev şoreş piştî tevgera gel a li Sûriyê li dar ket û armanca wê jî destekê bidin tevgerê. Ev tecrube ji bo hemû aliyan bû û di encamê de Rêveberiya Xweser hate damezirandin, her wiha tecrubeyeke neteweyî ya dûrî tawanên parçebûn û neteweperestiyê bû."

Wefte bal kişand ser hikumeta Şamê ku karî xwe li pêş tevgera gel îsbat bikira, ji ber ku tu nûnertiyeke bi hêz ji hêzên muxalîf re tune bû.

Wetfe li ser Şoreşa 19’ê Tîrmehê got ew tecrbuyeke pêşeng e û hemû pêkhateyên Sûriyê vedihewîne, xwedî hebûneke rêxistinî, beşdariya civakî û xwedî doz e.

Wetfe diyar kir ku ew dixwazin sazûmaniyeke muxalîf a nîştimanî ava bikin û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) parçeyekî wê be da ku nêrîn yek bin û krîza Sûriyê li ser bingeha demokrasiyê were çareserkirin.

MIJARA YEKEMÎN; NASNAMEYA NÎŞTIMANÎ YA GIŞTÎ

Piştî wê, dîwanek ku ji hevseroka Malbenda Çandê ya Helebê Leyla Xalid, cîgirê Hevserokatiya Rêveber û endamê Meclisa Serokatiyê ya MSD’ê Elî Rehmon û çalakgerê sivîl Feysel Mulhim pêk tê, hate avakirin.

Elî Rehmon mijara yekemîn a bi sernavê "Nasnameya Nîştimanî ya Giştî" nirxand. Di mijarê de "nasnameya tevgera gel a li Sûriyê, sepandina tundiyê li ser dîmena siyasî, şêweyên dijber ên nêzîkatiyên li nasnameyan” hatin nirxandin.

Her wiha di mijarê de têgeha nasnameyî ji aliyên têgeh û teorîk ve, pêşkêşkirina fikrê nîqaşkirina nasnameyê û çarçoveya felsefîk û realîst jî hatin nirxandin.

Li ser dîroka Sûriyê piştî rizgarkirina ji dagirkeriya Osmanî, heta bi dagirkeriya Fransayê, ji serxwebûnê heta bi desthilata Partiya Baasê û bûyerên piştî 2011’an hatin nîqaşkirin.

Têkildarî girîngiya nasnameya nîştimanî ya giştî, gelek xal hatin bibîrxistin, jê rewşa parçebûna nasnameyê li Sûriyê, aştiya welatiyan û jiyana li Sûriyê û çareserkirina dozan.

Dûre beşdaran nêrînên xwe pêşkêş kirin û mamosteyê zanîngehê Dr. Muhîb Salhe bi rêya online beşdar bû.

‘DIYALOG JI BO BERJEWENDIYÊN YEKKIRINA SÛRIYAN E’

Dr. Muhîb Salhe da zanîn ku nasnameya nîştimanî ya giştî pêdiviya ji bo çareserkirina krîzên bigirêk e ku ji krîza têgehan dest pê dike û tê de krîzên aborî, siyasî û civakî hene.

Salhe diyar kir ku bingeha nasnameya nîştimanî ya giştî diyalgoa avaker û civakî ye û got: "Diyaloga niha li Helebê pêk tê, dikeve xizmetî çarçoveya yekkirina sûriyan ku bigihîjin lihevkirinekê, da ku pirsgirêkên xwe derbas bikin û krîza niha çare bikin.

Muhîb Salhe di dawiyê de bal kişand ser civaka Sûriyê ku civakeke pirreng e, tê de gelek mezheb û etnîk hene, ew jî dihêle nasnameya nîştimanî ya giştî pêdiviya ji bo garantiya azadiya hemûyan be.

‘BI HEBÛNA NÎJADPERESTÎ Û GENGELIYÊ RE NASNAME NABE GIŞTÎ’

Li aliyekî din jî endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Demokrat a Civakî Nîdal Fendî got nasnameya nîştimanî bi hebûna cudahî û nîjadperestiyê ne pêkan e bibe giştî.

Fendî destnîşan kir ku gendeliya li welat, bi taybet li herêmên hikumeta Şamê gelek astengiyên ji bo avakirina yekitiya nîştimanî derdixe. Fendî di dawiyê de got: "Em xwe bispêrin projeya laîk a serdemê ku hêviyên sûriyan ên avakirina yekitiya nîştimanî pêk bîne."

Di şêwirê de gelek nîqaşên din jî hatin kirin û îşaret bi pêdiviya xebata li ser dayîna hemû mafan ji hemû nasname û neteweyên li Sûriyê re, di çarçoveya demokrasiyê de ku mafên sûriyan biparêze û krîzê derbas bike, hate kirin.

Şêwira Malbenda Çandê ya Helebê bi beşa duyemîn a bi sernavê "Nenavendîbûn" dewam dike.

(fr)

ANHA