​​​​​​​Li Qamişlo agir bi dikana cereyên gazê ket

Li Qamişlo, agir bi dikaneke firotina cereyên gazê ya li ser rêya Hesekê ket, her wiha zirarên madî çêbûn.

​​​​​​​Li Qamişlo agir bi dikana cereyên gazê ket
5 tebax, 2022   13:07
QAMIŞLO

Li kolaneke li ser rêya Hesekê ya bajarê Qamişlo li nêzî dikana Domînos, agir bi dikaneke firotina cereyên gazê ket.

Nûçegihana li cihê bûyerê, da zanîn ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn tedbîrên guncaw girtin, nehişt erebe di kolanê re derbas bibin. Heta niha agir pêketiye, tîma agirkujiyê jî berê xwe da cihê şewatê.

Li gorî xwediyê dikanê, agir ji ber kehrebê pêket.

ANHA