Malbatan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da

Malbat û wasiyê rêber Abdullah Ocalan û xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê têne ragirtin, ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da.

Malbatan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da
5 tebax, 2022   12:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Mehmet Ocalan ê birayê rêber Abdullah Ocalan, Mazlûm Dînç ê wasiyê wî, Alî Konar ê birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim ê birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn a xwişka Veysî Aktaş, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk da.

Malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bursayê serî li Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê jî da.

Ji 25’ê Adara 2021’an ve tu agahî ji rêber Abdullah Ocalan nayên wergirtin.