​​​​​​​Li Derayê erebeyeke leşkerî hate teqandin

Li gel tevliheviya li Derayê, mayinek ku kesên nenas di erebeyeke leşkerî ya li nêzî sînorê Quneytera de çandibû, teqiya.

​​​​​​​Li Derayê erebeyeke leşkerî hate teqandin
5 tebax, 2022   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) da zanîn ku kesên nenas li gundewarên Derayê li nêzî sînorê bi ser Quneyterayê ve di erebeyeke leşkerî de mayinek çandibû û erebe li ser rêya gundên Cibêliyê-Bekar teqiya.

Piştî teqînê pevçûn derket lê der barê windahî û birîndaran de tu agahî bi dest neketin.

(fr)