​​​​​​​Dêra Meryem El-Ezra ji bo bîranîna şehîd Azad Asûrî ayînek li dar xist

Dêra Meryem El-Ezra ya li navçeya Til Temir a kantona Hesekê, ji bo bîranîna şehîd Azad Asûrî, piştî derbasbûna 3 rojan di ser oxirkirina wî re, li Goristana Şehîd Xebat ayînek li dar xist.

​​​​​​​Dêra Meryem El-Ezra ji bo bîranîna şehîd Azad Asûrî ayînek li dar xist
5 tebax, 2022   10:46
HESEKÊ

Dêra Meryem El-Ezra ji bo bîranîna şehîd Azad Asûrî bi beşdariya bi dehan Asûriyên ji Til Temirê, Hêzên Meclisa Parastina Asûr û Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ayînek li dar xist.

Di ayînê de beşdaran hêvî kir ku ruhê şehîd di aştî û aramiyê de be û sebir ji malbatê re xwest.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihandibû ku di 31’ê Tîrmehê de 4 şervanên wan di encama êrişeke balafireke bêmirov a li gundekî Girê Spî yê dagirkirî de şehîd bûne ku di nav de şehîd Qais Barkho Silvia (Azad Asûrî) ê ji pêkhateya Asûrî jî hebû. Şehîd Azad ji bajarê Mûsilê ye.

(fr)