Li Qamişlo dengê teqînê hate bihîstin

Li taxa Siyahî ya li naverasta Qamişlo dengê teqînê hate bihîstin. Tê texmînkirin mayîneke deng an jî parçeyek ji jenatora kehrebê ye.

Li Qamişlo dengê teqînê hate bihîstin
5 tebax, 2022   09:25
QAMIŞLO

Li gorî nûçegihanê ji Qamişlo, beriya kêliyekê dengê teqînê li nêzî jenator û transa kehrebê ya li Parka Arî ya li taxa Siyahî ya li naverasta Qamişlo hate bihîstin.

Li gorî agahiyên destpêkê, tê texmînkirin ku ew dengê mayîna deng an jî parçeyek ji jenatora kehrebê ye.

(fr)

ANHA