Li Helebê 2 kes hatin kuştin

Di navbera endamên hêzên hikumeta Şamê û welatiyekî ji taxa Mîdan a Helebê ya di bin kontrola hikumeta Şamê de şer derket, di encamê de 2 kes hatin kuştin û 14 kes birîndar bûn.

Li Helebê 2 kes hatin kuştin
5 tebax, 2022   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku welatiyekî ji aliyê hikumeta Şamê ve dihat xwestin, duh bi şev bombeyek li taxa Mîdan a Helebê teqand. Di encamê de 2 welatî hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.

Têkildarî mijarê "Hêzên Ewlehiya Hundirîn" û dewriyeya "Ewlehiya Leşkerî" dest bi lêgerîna li kesê bombe teqandî, kir.  

Di encama şer de kesê bombe teqandî û welatiyekî din hatin kuştin û 14 kesên din birîndar bûn, ji wan 6 endamên saziyên "Ewlehiya Leşkerî û Polîsan" ên hikumeta Şamê ne û di nav de 2 efser jî hene.

(eh)