Sîham Hemo: Gora komî şahidê zulma çeteyên DAIŞ'ê ye

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Minbicê diyar kir ku şêniyên Minbicê zulma DAIŞ'ê ji bîr nakin û gora komî ya ku hatî dîtin, hovîtiya wê û asta zulma wê ya li ser şêniyan nîşan dide.

Sîham Hemo: Gora komî şahidê zulma çeteyên DAIŞ'ê ye
5 tebax, 2022   06:02
MINBIC –SELWA EBDUREHMAN

Roja Çarşemê 28'ê Tîrmehê, karkerên şaredariyê dema ku xetên kanalîzasyon li ber avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê dikolandin goreke komî dîtin. Di gorê de 29 cenaze, di nav de yên 2 zarokan hebûn, hatin derxistin. Piraniya cenazeyên destên wan kemçekirî bûn û çavê wan girêdayî bûn.

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Sîham Hemo diyar kir ku Minbicê di nav 6 salan de ji ber zulma çeteyên DAIŞ'ê azar kişand û got: "Serî dihatin jêkirin, qetîlamên meydanî dihatin kirin, jin dihatin recimkirin û li sûkan dihatin firotin û zarok dihatin qetilkirin. Hêzên Sûriya Demokratîk ku ji zarokên pêkhateyên herêmê pêk tê, DAIŞ têk bir û cîhan ji şerê wan xilas kir."

Sîham Hemo da zanîn ku bi nêzîkbûna salvegera rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê re goreke komî li ber avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê hate dîtin û tê texmînkirin ku yên revandiyên sivîl ên li gel çeteyên DAIŞ'ê bûn.

Sîham Hemo got: "Ev yek hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê yên ku bi navê olê desteka xwe ji dewleta Tirk a dagirker digirin, nîşan dide. Ji 6 salan ve QSD'ê Minbic ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir, lê dewleta Tirk a dagirker rojane êrişî bajar dike û gefan lê dixwe."

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Sîham Hemo destnîşan kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya xwîna şehîdên wê hatin rizgarkirin û şêniyên wê soz dane ku parastinê herêmê xwe ji êrişan bikin.

Sîham Hemo di dawiyê de got: "Berdêlê azadiyê buha bû, zarokên me xwîna  xwe di oxira wê de da. Ji ber vê yekê bi hevgirtina pêkhateyên herêmê divê xeta şehîdan were domandin û destkeftiyên pîroz werin parastin."

Meclisa Leşkerî ya Minbicê û QSD'ê piştî pêngava ku 73 rojan dewam kir, di 15'ê Tebaxa 2016'an de Minbic ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir.

ANHA