​​​​​​​Pisporên kar û barên Afrîkayê: Yekitiya Sûdanê di xetereyê de ye

Ruxmî ev çend sal e rejîma Omer El-Beşîr hilweşiyaye, lê dîsa jî aloziya Sûdanê dewam dike û di warê siyasî û leşkerî de bêaramî heye. Hemwextî wê jî welatî xwepêşandanan li dar dixin. Gelo rola tima û destwerdanên derve yên di vî warî de çi ye û welat ber bi ku ve diçe?

​​​​​​​Pisporên kar û barên Afrîkayê: Yekitiya Sûdanê di xetereyê de ye
5 tebax, 2022   06:35
QAHÎRE-MIHSIN EL-MESRÎ

Di dirêjahiya 4 salên derbasbûyî de nexasim ji çaryeka dawî ya 2018`an ve li Sûdanê bi bangên cuda xwepêşandan dewam dikin.

Di encama xwepêşandanên li Sûdanê yên Nîsana 2019`an de rejîma Omer El-Beşîr ku 30 salan li welat hikum kir, hilweşiya. Rakirina El-Beşîr ne li gorî xwesteka gelek welatiyan bû ku ev 4 sal e li kolanan banga armancên xwe dikin ku hikumê leşkerî bi dawî bibe û yê sivîl serwer bibe. 

Dûrî aloziya siyasî û xwepêşandanan raporan, rola Rûsya û Çînê di talankirina xêr û bêra Sûdanê de û bi taybet parên wê ji zêr û madenên giran li gorî peymanên bi fermandarên Meclisa Leşkerî ya welat hikum dikir, eşkere kir.

Bi armanca naskirina rewşa Sûdanê ajansa me hevpeyvîn bi pisporên kar û barên Afrîkayê re çêkir ku sedemên aloziyê, bandorên wê, rastiya rola navneteweyî û herêmî ya di kûrkirina wê de nas bike.

'HELWESTEKE SIYASÎ TUNE YE'

Lêkolînera di warê kar û barên Afrîkayê de Dr. Ferîde El-Bendarî têkildarî mijarê wiha axivî: "Destpêkê divê ez metirsiya xwe ya der barê tevgerên bi armanca hilweşandina rejîma li kîjan welatê afrîkî yan jî erebî de bînim ziman, ev metirsî jî ne girêdayî rakirina rejîma hakim e, lê belê girêdayî civakên Afro-Ereb e ku di dîroka xwe saziyên civaka sivîl ava nekiriye ku karibe ji bo rejîma hakim a nû nêrînekê destnîşan bike. Ev jî xeteriyeke mezin e û yekitiya civakê û erdnîgariyê dike armanc ku mêtingeriya kevin a nû hewl dide bi dabeşkirina dewletên parçebûyî li ser dewletên nakok ên mezhebî an etnîkî ji nû ve xêz bike. Sûdan jî ji parçekirina etnîkî re guncaw e û hin alî îro dixwazin li ser rêya başûrê Sûdanê bimeşin da ku herî kêm hikmekî xweser an jî dewleteke serbixwe bi dest bixin.

Ferîde El-Bendarî diyar kir ku piştî du salan ji hikum û 3`ê salan ji hikmê demkî hate diyarkirin ku koalîsyona hakim bû 4 komên parçekirî, aloziya debarê û krîza aborî ku wek ew sedema şoreşê ye hate destnîşankirin, zêdetir bû. Mînaka wê jî nirxê nan û bi sedan qat bi buhayê sotemeniyê, nirxê lîre û rêjeya enflasyonê. Di warê siyasî de jî hikumeta demkî mafên hemwelatîbûnê bi mezhebên karmendan ve sînordar kiriye û yên din jî ji van mafan bêpar kiriye.

Ferîde El-Bendarî da zanîn ku têkildarî rewşa Sûdanê ji xwe hêviya ku sivîl hikum serwer bikin lawaz e û ger hatin ser hikum jî muhteml e modela wan bi ser nekeve.

ROLA RÛSYAYÊ

Têkildarî rola Rûsyayê di Sûdanê de pispora kar û barên Afrîkayê Ferîde El-Bendarî da zanîn dîroka peywendiyên Rûsya-Sûdanê ji 30 salên dawî yê serdema serokê berê Omer El-Beşîr ve ye ku 2014`an wezîrê madenan ê sûdanî yê wê demê Ehmed El-Karorî bi wezîrê jîngehê û madeyên xwezayî yê rûsî re li ser lêgerîna li petrolê û madenan peyman îmze kir. Ev peyman jî bi rêya gelek şîrketên rûsî re bû, di serî de şîrketa Sêrîn ku 2015`an bi beşdariya serok El-Beşîr ji bo di 6 mehan de 46 ton zêr derxin, peyman mohr kin, lê dîsa jî bi ser net û bû sedem ku hikumet 2018`an vekişe.

Ferîde El-Bendarî wiha nirxandina xwe dewam kir: "2017an şirketên wek Gold Mirror ku bi fînansmanê rûsî Yevgeny Prigozhin, hevalbendê serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokê koma ewlehariya taybet a Rûsyayê Wagner ve girêdayî ye li Nîl, Deryaya Sor û eyaletên bakur dest bi kar kirin."

Peywendiyên Rûsya û Sûdanê piştî hilweşandina rêjîma El-Beşîr 2019`an bi şoreşeke gelerî hate cemidandin, lê piştî derbeya fermandarê artêşê Ebdulfetah El-Burhan û cîgirê wî Mihemed Hemdan Dagalo (Hemedtî) fermandarê Hêzên Piştevaniyê di Cotmeha 2021`an de, Xirtûm bi giranî piştgiriya rojavayî winda kir, di heman demê de   Rûsya bi xwe dît ku piştî şerê wê yê leşkerî yê li Ukraynayê hîn zêdetir tê îzolekirin. Wê demê kîjan rêgeh têkiliya di navbera her du welatan de careke din zindî dike? Nexsim piştî serdana cîgirê serokê Encumena Serweriya Sûdanê Mihemed Hemdan Dagalo bi şandeke payebilind gihaşt Mosko berî ku operasyona leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê dest pê bike."

Ev peywendî bû sedem ku berjewendiyên Rûsyayê li Kevana Afrîkayê û Deryaya Sor xurt bibin. Li ser vê bingehê jî peymana ku El-Beşîr bi Rûsyayê re 2017`an îmze kiribû, ji bo avakirina baregeheke leşkerî li peravên Sûdanê ku çekên atomî werbigire û 300 leşker lê bi cih bibin, hate aktîfkirin.

‘HILWEŞANDINEKE MEZIN’

Pisporê kar û barên Afrîkayê Dr Mihemed Izedîn Berî da zanîn ku piştî rakirina hikumeta Hemedok, Sûdan bê hikumeteke fermî maye ku kar û barên welat bi rêve bibe û her tişt ketiye destên meclisa serdest a bi serokatiya Ebdulfetah El-Burhan.

Dr diyar kir ku rewşa Xirtûmê xirab e û belavkirineke leşkerî ya hêzên cuda heye. Li wir hêzên tundraw zêdetirî 8 hêzan e û artêşa Sûdanê jî û hêzên piştevaniya lezgîn a girêdayî Hemedtî. Her wiha hin partî û şepêlên ku beşdarî konferansa Cûba bûne û çûn Xirtûmê ku pêk bînin hene.

Dr anî ziman ku rewşa welat xirab e û ji ber kêmbûna hilberînê û karê taybet dê krîza aborî çêbibe.

Li ser vê pisporê kar û barên Afrîkayê Dr. Mihemed Izedîn Berî destnîşan kir ku ger rewşa Sûdanê neyê çareser kirin û ev komên çekdar ên li Xirtûmê tev li artêşa Sûdanê nebin, ew ê hilweşandineke mezin çêbibe.

Berî wiha dewam kir: "Rewşa Sûdanê felaketên rasteqîn nîşan dide, ji ber ku welatên cîran ên wek Etiyopyayê çi bi operasyonên leşkerî yên li herêma El-Feşqa û çi jî bi biryarên yekalî yên der barê dosyaya Bendava Ronesansê de, zextê li Sûdanê dikin."

Izedîn Berî got ger rewşa Sûdanê wiha bimîne, partî tune bin û şepêleke niştimanî tune be ku kolana Sûdanê îdare bike, her wiha meclisa serdest hikumetê ava neke dê rewşa sûdanê wek a Lîbyayê be.

RIKEBERIYEKE HERÊMÎ-NAVNETEWEYÎ

Der barê pêşdeçûna Rûsyayê li Sûdanê de, Izedîn Berî got rola Rûsyayê li Sûdanê diyarker e û da zanîn ku nakokiyên rûsî-çînî yên li ser madenên Sûdanê hene û got: "Hemedîtî beriya niha serdana Rûsyayê kir û beriya şerê li Ukraynayê bi Pûtîn re civiya û ev serdan wek peymana talankirina Sûdanê ji zêr, bi nav kir. Li aliyekî din jî ya sûdê ji lêgerîna bêserober a li zêrê li Sûdanê werdigire, Rûsya ye."

Dr da zanîn ku kiryar li ber nakokiya Çîn-Rûsya nasekine, lê belê hin hêzên herêmî hene dixwazin destwerdana Sûdanê bikin, ji wan Tirkiyê ku dixwest bendera Suakn bi dest bixe û destên xwe deyne ser perava Sûdanê ya li Deryaya Sor. Her wiha bi Îsraîlê jî normalize bike ku Amerîka dixwaze bi Xirtûm û Til Avîv re têkiliyan pêk bîne.

Di dawiyê de pisporê kar û barên Afrîkayê got hêzên hundirîn van timayan nabînin, lê belê wek ku timayên erebî li welatê wan heye destnîşan dikin û bi wê re îşaretê bi rola Misir û Siûdiyê dikin. Di heman demê de timayên herêmî-navneteweyî jî nabînin, ji wan Rûsya, Çîn, Brîtanya û Tirkiye. Ji wê zêdetir êrişî dewletên Ereban dikin ên ku hewl didin pirsgirêka Sûdanê çareser bikin.

(eh)

ANHA