Kamûran Berwarî: Dê helwesta hikumeta Iraqê û ya Başûr biguhere

Dr. Kamûran Berwarî diyar kir piştî helwestên gelê Iraqê dê helwestên hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistan li dijî dagirkerî û êrişên dewleta Tirk, ji neçarî bê guhertin.

Kamûran Berwarî: Dê helwesta hikumeta Iraqê û ya Başûr biguhere
5 tebax, 2022   03:34
NAVENDA NÛÇEYAN – EHMED SEMÎR

Dr. Kamûran Berwarî da zanîn ku berdewamkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Iraqê, bê guman dê karasatên mezin bi xwe re bîne û got: “Gel bi tena xwe jî dikare ku van hêzên dewleta Tirk bê şer derxe. Hikumeta Iraqê û ya Başûrê Kurdistanê jî mecbûr in rêzê li îradeya gel bigirin.”

Cîgirê serokê Akademiya Siyaset û Fikra Demokrasiyê ya Başûrê Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî, der barê êrişên dewleta Tirk a li ser herêmên Başûrê Kurdistanê û hewldanên xwemayîndekirinê de ji ANHA’yê re axivî.

‘BAŞÛR BÛYE QADA KOMKUJYAN’

Kamûran Berwarî, behsa hovîtiya dewleta Tirk a li ser herêmên Başûrê Kurdistanê kir û got: “Komkujiya Zaxoyê yek ji wan komkujiyan e ku ji sala 1991’an ve hatine kirin. Di van demên derbasbûyî de di encama van komkujî û êrişên dewleta Tirk de zêdetirî 138 welatî li Başûrê Kurdistanê hatine qetilkirin û di heman demê de zirarek mezin daye herêmê. Ji ber vê jî gelê Başûrê Kurdistanê û Iraqê dizanin, di heman demê de belge jî hene ku ji derveyî dewleta Tirk tu kesê ev komkujî nekiriye. Hikumeta Iraqê, gelê Başûrê Kurdistanê û gelê Zaxo jî vê baş dizanin. Di vê meha derbasbûyî de di nava 90 rojan de zêdetir hezar û 898 caran çekên kîmyewî li Başûrê Kurdistanê bi destê dewleta Tirk hatine bikaranîn. Di heman demê de çekên fosforî û çekên din yên qedexekirî hatine bikaranîn. Her wiha tu eleqeya dewleta Tirk bi xaka Başûrê Kurdistanê tune ye û dagirkirina dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê ne rewa ye.”

`ERKA HIKUMETA BAŞÛR Û IRAQÊ YE KU BIBIN XWEDÎ HELWEST`

Berwarî, diyar kir ku hikumeta Iraqê li dijî vê komkujiyê ji komkujiyên din baştirîn helwest nîşan daye û got: “Lê mixabin ji salên çi dema Seddam Huseyîn de jî ji 1991’an heta 2003’an ve bêdeng bûye. Çi ji 2003 heta niha hikumeta Iraqê li hember vana bê deng bûye. Lê belê piştî 2003 heta vê demê hikumeta Iraqê zêdehî 296 muzakere, an jî agahadarî dane rayedarên dewlata Tirk. Çend caran di qada navnetewî de ku hikumeta Iraqê biryara derxistina dewleta Tirk ji xaka Iraqê da ye û çend caran nerazîbûna xwe da ye diyar kirin. Lê vê carê helwestên hemû saziyên Iraqê tundtir, dijwartir û eşkertire. Ew jî neqebûlkirina dagirkeriyê ye û nehiştina van kiryarane. Her çiqasî partî û rêxistinên siyasî dengê xwe nedane dengê gelê Iraqê, û nehiştine gelê Kurdistanê xwepêşandanan bikin jî gel derdikeve. Bê guman ew nêzîkatiya wan ji aliyê gel ve hatine rexnekirin ku wan beşek hevkarê vê komkujiyê dibînin. Ew komkujî ne li ser kesayetek û hinek kesane ku li ser gelê Iraqê bi giştiye. Ji ber wê jî erk û berpirsiyariya hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê ye ku bibe xwedî helwest li hember van kiryaran.”

Berwarî bal kişand ser hebûna dewleta Tirk li herêmên Başûrê Kurdistanê û destnîşan kir ku dê ev dagirkerî Rojhilata Navîn bi şerekî mezin re rû bi rû bihêle û got: “Bi taybetî armanca wê ew welatê Şam û Iraqê di pêngava yekem de bigire û piştre jî bakurê Afrîkayê jî bigire. Piştre jî Ewropa û rojhilat jî bigire û carekr din bingehê Împaratoriya Osmaniyan ji nû ve deyne. Bê guman dê bi xwe re karesatên mezin ên herêmî, cîhanî û NATO`yî wê jê çêbin.”

Kamûran Berwarî bi bîr xist ku heya niha zêdetirî 100 baregehên dewleta Tirk li ser axa Iraqê hene ku hewl didin hejmara wan jî zêde biki û têkildarî armanca avakirina baregehan got: “Çêkirina van bargehan li ser esasê dagirkirina Iraq û Başûrê Kurdistanê ji aliyê aborî, civak, siyasî, çand û hwd ye. Ji salên 1990’î ve serweriya Iraqê tê binpêkirin û ji bo Başûrê Kurdistanê tiştekî binavê serweriyê nemaye. Asîmanê vê herêmê ji aliyê balefirên dewleta Tirk ve tê derbaskirin, lê belê wê ji niha û şunde helwesta Iraq û Başûrê Kurdistanê bê guhartin. Ji ber ku gelê Iraqê êdî bê deng nabe û gel wê biryar bide ku li ser van binpêkirinên ku ji aliyê Tirkiyê ve têne kirin.”

Berwarî, anî ziman ku mijarên di destê Iraqê de ku li hemberî dewleta Tirk bi kar bîne gelek in û wiha axivî: “Armancên dewleta Tirk yên siyasî, civakî, leşkerî û aborî hene. Iraq dikare di aliyê aborî de zextekî li ser Tirka çêke, nefta xwe li ser Tirkiyê re nefiroşe bazarên cîhanî û tevahiya deriyên sînorî li gel Tirkiye bigir e.  Bêtir ji 20 milyon dolare bazirganî dinavbera Tirkiya û Iraqê de heye, Iraq dikare vê bazirganiyê bi Tirkan re neke ji ber ku dikar ji şûnê wê bi Îmarat, Siûdî û welatên din re bike.”

‘DIVÊ EW LEŞKERÊN DAGIRKER JI BAŞÛR DERKEVIN’

Kamûran Berwarî bal kişand ser çalakiyên ji bo derxistina leşkerên deweta Tirk ji axa Başûrê Kurdistanê û got: “Ji bo derxistina leşkerên dewleta Tirk beriya niha jî helwest çêbûn, gelê Başûrê Kurdistanê 50 hezar îmze kom kirin. Ji bo derxistina leşkerên Tirk ji Iraqê, parlamentoya Iraqê jî bi heman awayî daxwaz kiribû ku ev leşker derkevin. Di serî de Amerîka û Rûsya û welatên Ereban jî qebûl nakin ku axa Iraqê ji aliyê dewleta Tirk ve bê dagirkirin. Ji ber wê tenê bi Iraqê re sînordar nemîne. Eger dewleta Tirk Rojhilata Navîn dagîr bike, dê rewşa ewlekeriya cîhanî bi giştî bikeve metirsiyê. Ji ber ku tu eleqeya Tirkan bi însanetiyê ve nemaya, li welatên xwe bi hezaran şaredar û parlamenter kirine zindanê, ev metirsiyeke mezin e li ser hemû herêmên ku Tirkan dagir kirine.”

‘GEL DIKARE WAN HÊZAN JI BAŞÛR DERXE’

“Ne niha û ne jî dema Seddam gelê Iraqê teslîm nebûye û teslîm nabe jî. Bi îradeyeke bihêz herdem li dijî dagirkeran rabûye.” Kamûran Berwarî, wiha behsa vîna gele herêmê wiha kir: “Hikumeta Iraq û ya Başûrê Kurdistanê jî mecbur in rêzê li îradeya gel bigirin. Ev hêzên niha Başûrê Kurdistanê dagir kirine, di bernameya Iraq û gelên wê de ye ku van hêzan li ser axa xwe derxin. Ji ber derxistina van hêzan erkeke neteweyî û exlaqî ye li ser tevahiya hêz û aliyên li Iraqê. Hemû alî bi yekitiyeke bihêz û berjewendiyên xwe bikin yek ji bo derxistina van hêzan. Gel bi tena xwe jî dikare van hêzan bê şer derxe ku bi çalakiyên xwe dakevin qadan û vê yekê qebûl nekin.”

ANHA