​​​​​​​‘Bazarî bi dawî nebûne, cîhan li benda civîna Soçiyê ye’

Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî Newaf Xelîl da zanîn ku hêzên zilhêz ji nû ve xwe li Rojhilata Navîn bi cih dikin û bazarî hîna bi dawî nebûne, her wiha sîstema nû ya cîhanê êdî şekil digire. Xelîl daxuyand ku dewleta Tirk jî ji civînên Madrîd û Tehranê tiştê dixwest bi dest nexist û cîhan li benda civîna Soçiyê ye.

​​​​​​​‘Bazarî bi dawî nebûne, cîhan li benda civîna Soçiyê ye’
5 tebax, 2022   01:51
NAVENDA NÛÇEYAN - EKREM BEREKAT

Li Rojhilata Navîn û cîhanê bûyer, civîn û bazarî hene. Hin ji wan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên kirin. Ew yek di demekê de pêk tê ku dewleta Tirk a dagirker êrişî wan herêman dike, li dijî gelê wê komkujiyên hovane pêk tîne. Çavdêr û şîrovekar diyar dikin ku kî dan û standin an jî bazariyan bi dewleta Tirk re dike hevkar û şirîkê wê yê komkujiyan e.

Vê dawiyê li paytexta Spanyayê Madrîdê civîna NATO’yê ya ji bo endamtiya Swêd û Fînlandiyayê hate lidarxistin. Dewleta Tirk jî NATO ji bo pêkanîna êrişeke bejahî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şantaj kir, her wiha xwest Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bixe "lîsteyên terorê", lê di wê yekê de bi bin ket. Dûre li paytexta Îranê Tehranê di navbera Rûsya, Tirkiyê û Îranê de civînek li dar ket. Dewleta Tirk hewl da ji bo pêkanîna êrişan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê erêkirinê wergire, lê li gorî daneyan di wê de jî, bi bin ket. Lê ji bo pêkanîna êrişan bi rêya balafirên bêmirov li dijî fermandarên QSD’ê, Rêveberiya Xweser, welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê erêkirin wergirt.

GUHARTINÊN LI CÎHANÊ Û HÊZÊN MEZIN XWE JI NÛ VE BI CIH DIKIN

Der barê mijarê de serokê Navenda Lêkolînên Kurdî Newaf Xelîl ji ajansa me re axivî û îşaret bi vî tiştî kir ku di cîhanê de guhartinên nû hene û wiha pê de çû: “Ji gotina serokê Amerîkayê Joe Biden eşkeretir tune ye, dema di civîna xwe ya bi serokên şîrketên mezin re got, sîstemeke nû ya global tê avakirin. Beriya wê jî nûnerê bilind ê siyaseta derve ya Yekitiya Ewropayê (YE) jî gotibû “Di wê berbanga bedbîn de min bihîst hêzên Rûsyayê Kîevê topbaran dikin. Wê demê min zanî me rûpelek ji dîrokî quliband û em li hember pêvajoyeke nû ne, em ewropî ji bo vê kêşeya Rûsyayê berê ma dayê, divê amade bin. Di cîhanekê de ku hêz wê kontrol dike, divê em ji bo pêşketina potansiyela xwe ya parastinê û rêbazên leşkerî yên guncaw amade bin.”

Xelîl wiha domand: "Ev mijar ne tenê bandorê li têkiliyên siyasî dike, lê belê bandorê li aliyên aborî û ewlehiya sîber jî dike, ev yek bandorê li Rojhilata Navîn jî dike. Amerîkiyên li ser derketina ji Rojhilata Navîn û xwenespartina enerjiya wê diaxivîn, dest bi guhartina pisûleyê kir û niha berê xwe didin Rojhilata Navîn. Heta serokê Amerîkayê jî ku bi awayekî neyînî li ser Erebistana Siûdî û mîrê wê diaxivî û Erebistana Siûdî wek dewleteke apore wesif dikir, neçar ma berê xwe bide Siûdiyê û bi mîrê wê re bicive. Her wiha hewl da zextê bike ku Erebistana Siûdî hinardeyên xwe yên petrolê zêde bike, da ku azarên enflasyona li Amerîka û dewletên Ewropayê sivik bike. Bi wê yekê hêzên mezin bi taybet Amerîka û dewletên rojavayî ji aliyekî ve û Çîn ku xwedî bandoreke mezin û gelek tiştî ji helwest û tevgerên Amerîkayê ji aliyekî din ve werdigire ku xwe ji nû ve li Rojhilata Navîn bi cih dikin."

Newaf Xelîl diyar kir ku hêzên aktîf ên li Rojhilata Navîn ji aliyê leşkerî û siyasî ve li gorî Amerîka, her wiha Rûsya û Çîn jî ji aliyê aborî ve hewl didin ji nû ve goşeyan bizîvirînin da ku helwestekê li herêma Rojhilata Navîn wergirin û ev tevger bandorê li her kesî dike.

‘CIVÎNA MADRÎDÊ STRATEJIYA ROJAVAJIYAN A LI HEMBER RÛSYA Û ÇÎNÊ DIYAR KIR’

Xelîl îşaret bi encamên civîna Madrîdê kir û ev tişt got: "Di civîna Madrîdê de li hember Rûsya û Çînê, her wiha hemû astengiyên li pêşberî NATO’yê li ser asta cîhanî stratejiyên rojavayî hatin diyarkirin. Ji bo razîkirina dewleta Tirk, da ku li ser endametiya Swêd û Fînlandiyayê ji NATO’yê re erê bike, ji bo wan ne ewqas dozeke mezin bû. Erdogan jî dizanî ku ew neçar bibe, tevlêbûna Swêd û Fînlandiyayê ji NATO’yê re qebûl bike û ji vê nuqteyê sûd wergirt. Ji ber ku dewleta yekane ya ku ev yek red dikir û tiştê dixwest nikarî wergirta."

Xelîl da zanîn ku dewleta Tirk dixwest YPG, QSD û PYD’ê bikeve "lîsteyên terorê", lê ev yek wernegirt. Heta mijar jî bi dawî nebû, dewleta Tirk niha dibêje ger Fînlandiya û Swêd di helwestên xwe yên li hember kurdan de berdewam kir, ew bi rêya parlamentoyê erê nake bikevin NATO’yê.

Li ser encamên Erdogan ji civîna Madrîdê wergirtine, Xelîl got dibe ku tiştê herî girîng Erdogan wergirtiye peywendiya bi telefonê ya bi serokê Amerîkayê Joe Biden re bû ku ji dema ew bûye serok ve tenê carekê pê re axivî. Ew jî dema Erdogan agahdar kir ku ew ê tiştê bi sere ermenan de hatiye komkujî ragihîne. Di encamê de Erdogan tişt dixwest wernegirt. Lê li ser asta manewî xwe eşkere kir ku ew sero e ku tiştan red dike û şertên xwe li ser rojavayan ferz dike. Lê diyar e dewletên rojava, DYA û Almanya bi rêya wezaretên xwe yên derve dibêjin: "Çi êrişeke dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê rewşê girêktir bike". Her wiha berdevkê Wezareta Derve ya Almaniya li ser ger dewleta Tirk êrişekê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne wiha got: "Bi nêrîna me mîna vê reftarê ne tenê rewşa welatiyan zehmetir dike, lê belê dê bihêle DAIŞ hêza xwe vegerîne."

Xelîl ev tişt anî ziman: "Di encamê de Erdogan tiştê ji civîna Madrîdê dixwest nikarî wergirta, bi taybet têkilidarî doza Kurd, xistina QSD’ê, YPJ û YPG’ê di "lîsteyên terorê" de yan jî qutkirina têkiliyên bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re.

‛TIŞTÊ ERDOGAN JI CIVÎNA TEHRANÊ DIXWEST WERNEGIRT’

Her wiha tiştê Erdogan ji civîna Tehranê jî dixwest wernegirt. Erdogan ji bo pêkanîna êrişan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwest êrkirinekê ji Rûsya û Îranê wergire, lê wan her duyan red kir.”

Newaf Xelîl da zanîn ku bazariyên pêk tên bê guman bandorê li ser herêmê dikin û ev tişt anî ziman: "Ji lew re divê em kêlî bi kêlî guhartinên lez ên li herêmê çêdibin bişopînin û divê hemû li bendê dê tiştê ji Soçî di navbera Pûtîn û Erdogan de derdikevin, bin. Hin dibêjin Rûsya dibe ku ji helwesta xwe vegere û bihêle dewleta Tirk êrişî herêmê bike, lê belê li beramber çi? Bê guman dê li beramber wê tiştekî mezin hebe. Li vir divê em îşaretê pê bikin ku Erdogan nikare têkiliyên xwe bi Rûsyayê re bêyî helwesteke Amerîka ya dijber tevî alîgiriya rojava ji vê helwestê re hebe, pêk bîne. Taoriya ku Erdogan her tiştî, li beramber ne tiştekî bi dest bixe demborî ye."

‘SÎSTEMA NÛ YA GLOBAL AVA DIBE’

Xelîl diyar kir ku bazarî hîna bi dawî nebûne û şeklê sîstema nû ya global dest pê kir, lê pêdivî bi demê heye heta her tişt eşkere bibe. Xelîl got: "Ji ber wê em nikarin bibêjin tevgera dîplomasî, şerê Rûsya û Ukraynayê û ji nû ve bicihbûna dewletên herêmî û mezin bi dawî bûne.”

Xelîl destnîşan kir ku li hember guhartinên çêdibin û bi rêya şopandina tiştên ku rêveberên Rêveberiya Xweser û QSD’ê dikin, hin şopandin û nermbûnek di dan û standina bûyeran de hene, her wiha bi aliyên aktîf re bi taybet Rûsya û Amerîkayê re nîqaşan dikin.

Xelîl eşkere kir ku ne pêkan e Rêveberiya Xweser û QSD aliyekî bigirin û li dijî aliyekî din bisekinin û wiha pê de çû: "Mîna em lêkolîn û analîz dikin, Rêveberiya Xweser û QSD’ê li nuqteyên hevbeş ên parastina herêmê û pêşxistina wê digerin, da ku pêşî li çi êrişeke hêzên dagirkeriya Tirk û çeteyên DAIŞ’ê ku çalakiyên wan ên sûcdar nesekinîne, bigirin. Ji ber şaneyên DAIŞ’ê li benda êrişekê ne ku planên xwe li herêmê pêk bînin."

Xelîl bal kişand ser tevkariya navneteweyî bi dewleta Tirk re û ev tişt got: "Rûsya bi awayekî eşkere tevkariyê bi dewleta Tirk re dike û dema dewleta Tirk êrişî Efrînê kir jî hikumeta Şamê bê deng bû. Rûsya ne tenê ji bo êrişa dewleta Tirk a li ser Efrînê, dagirkirina wê û pêkanîna guhartina demografî, dizîna şûnwaran û pêkanîna sûcên qetilkirin, tecawîzkirin û revandinê tevkarî kir, lê belê ew sûriyên ku di destê dewleta Tirk de amûr bûn, hin sûriyên neteweperest, şovenîst û îslmaî veguhastin herêmên ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin. Her kiryareke bazariyê, li pişt wê sûcên koçberkirin û guhartinên mezin hebûn. Efrîn li beramberî Xûta Şerqiyê û herêmên din bû. Ev bazarî di navbera Rûsya û Tirkiyê û bêdengiya Amerîkayê de eşkere bû."

‛TIŞTÊ AMERÎKAYÊ KIRIYE NE LAYIQÎ DÎROKA KOALÎSYONA AMERÎKA Û QSD’Ê BÛ’

Li ser mijarê Xelîl ev tişt anî ziman: "Têkildarî Serêkaniyê û Girê Spî, serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump ku gef li Erdogan dixwarin û digot ew ê aboriya dewleta Tirk hilweşînin, ger êrişek li dijî wan herêman pêk anî, wî hişt dewleta Tirk êrişî Girê Spî û Serêkaniyê bike û dagir bike. Pêdiviya vê yekê bi nîşaneyan tune ye, ji ber ku Trump rê ji Erdogan re vekir ku êriş bike û hêzên welatê xwe yên li wan herêman vekişandin. Ruxmî ku QSD bi hişmendî tev gerî ku êriş pêk neyê, ji sînor bi dûr ket û hin mewziyên xwe yên nêzî sînor hilweşandin. Dûre dewriyeyên hevbeş ên Amerîka-Rûsyayê li wan herêmên bêyî tu kes li hember bisekine, pêk hatin. Lê hikumeta AKP’ê piştî teqez kir ku tu hincetên wê yên êrişkirina herêmê tune ne, dest bi êrişê kir û herêm dagir kirin. Ev jî encama qebûlkirina Trump a wê yekê bû. Dibe ku belgeyên piştre vê yekê eşkere bikin ku tiştê Amerîkayê kiriye ne layiqî dîroka Koalîsyona di navbera Amerîka û QSD’ê de bû, Amerîkaya ku her tim rola QSD’ê ya mezin di têkbirina DAIŞ’ê de pîroz dikir."

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Xelîl got: "Ez texmîn nakim ku Amerîka û Rûsya li pêş dewleta Tirk bisekinin ku derbeyên xwe bi rêya balafirên bêmirov li dijî welatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bînin. Piranî lêkolîner û analîzvan teqez dikin ku her du dwelet li ser derbeyan çavên xwe digirin. Hin caran û di dema axaftina bi lêkolînerên amerîkî re li ser kedên ku fermandarên amerîkî li paş berdeyan kriine ku nehêlin dewleta Tirk êrişekê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne û hêzên şerê DAIŞ’ê dike derbe bike, ez texmîn nakim ku dê ev yek di dema nêzîk de derkeve hole. Ji ber cihê Tirkiyê yê jeopolîtîk ji herêmê re girîng e û dewletên rojava jî hewl didin dewleta Tirk ji Rûsya bi dûr bixin. Li beramber wê jî Rûsya hewl dide dewleta Tirk ji NATO’yê bi dûr bixe. Dewleta Tirk jî ji wê yekê sûdê werdigire. Tirkiye ne dewletek e ku rojavayî jê re bibêjin têkiliyên xwe bi Rûsyayê re li ser astên leşkerî yan jî siyasî bi dawî bike. Belê, dewleta Tirk ji rojava re girîng e, lê partiya ku Tirkiyê kontrol dike ji hêla rojava ve nayê destekkirin ku li ser wê partiyê xebitî ku îslama mutedîl pêşkêş bike, bi taybet piştî têkçûna serokê îxwanî li Misirê Mihemed Mursî."

‛HER KES DIŞOPÎNE; GELO DÊ TÊKILIYÊN RÛSYA Û TIRKIYÊ BER BI KU VE BIÇIN?’

Xelîl diyar kir ku cîhan hevdîtina Erdogan û Pûtîn ku dê 5’ê Tebaxê li dar bikeve, dişopîne. Her wiha Xelîl bal kişand ser ku cîhan mezinahiya têkiliyên her du dewletan ji aliyê hinardekirina gazê ji dewleta Tirk re, mijara turîstan û aboriyê dizanin. Cîhan li bendê ye ka dê çi ji hevdîtinê derkeve? Dê têkiliyên Rûsya-Tirkiyê bigihîne ku derê? Rola Tirkiyê di hinardekirina dexlê Ukraynayê de ber bi ku ve biçe? Xelîl wiha got: "Rejîmên Sûriyê û Îranê jî li benda encama hevdîtinê ne ku ew ê çawa bandorê li hundirê Sûriyê bike. Lê gelê Sûriyê yê li hundir û welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevdîtinê bi fikar dişopînin."

Newaf Xelîl texmîn nake ku veguhertineke stratejîk di têkiliyên Rûsya-Tirkiyê de der barê dosyaya Ukraynayê û dosyaya çekên Rûsyayê yên dane Tirkiyê de çêbe û wiha dawî li gotina xwe anî: "Ez texmîn nakim ku guhartineke dramatîk der barê helwesta Rûsyayê ya li ser mijara êrişkirina dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebe."

(fr)

ANHA