Partiyên siyasî Operasyona Sondê silav kir: Wê istiqrara herêmê biparêze

Partiyên siyasî diyar kirin ku Operasyona Sondê ya ku QSD'ê ragihandiye dikare istiqrara herêmê diparêze û ji êrişên muhtemel re bibe bersiv. Her wiha anîn ziman ku tevkariya gel a bi hêzên ewlehiyê û yên leşkerî û Rêveberiya xweser wê bi paqijkirina herêmê ji ajanan tacîdar bibe.

Partiyên siyasî Operasyona Sondê silav kir: Wê istiqrara herêmê biparêze
4 tebax, 2022   23:38
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide plan û armancên ku çeteyên DAIŞ'ê nedikarîbûn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bianiya, pêk bîne. Li serî vê yekê êrişên çekdarî û şerê taybet bi rêya ajanên xwe yên li herêmê pêk tîne.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) 31'ê Tîrmehê Operasyona Sondê li hemberî sîxûr û ajanên dewleta Tirk a dagirker ên ku bûne sedema şehîdxistina şervan, fermandar û kesasyetên welatparêz, ragihand.

QSD'ê ragihand ku Operasyona Sondê li bajarên Qamişlo, Til Temirê, Hesekê, Şedadê, Dêrazor, Reqa, Minbic û Kobanê dest pê kir û 36 ajan hatin girtin.

JI BO PARASTINA HERÊMÊ OPERASYON GIRÎNG E

Têkildarî girîngiya operasyonê, Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm diyar kir ku ji destpêka damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, dewleta Tirk hewl dide bi rêbazên siyasî, leşkerî û piştevaniya bi rêxistinên terorîst re vê projeya demokratîk têk bibe.

Senherîb Bersûm da ziman ku operasyona QSD'ê ya li hemberî ajan û sîxûrên dewleta Tirk gelekî girîng e û wiha domand: "Ji bo paqijkirina herêmê ji wan dijminên ku hewl didin fitneyê di nav Rêveberiya Xweser de derxînin û bûn sedema şehadeta gelek kesên bê guhen ev operasyon gelekî girîng e."

Bersûm destnîşan kir ku girîngiya Operasyona Sondê ji pêngavên ku QSD'ê beriya çend salan ji bo şerê li hemberî şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ'ê ragihandin ne dûr e û got: "Ji ber ku xeteriya wan a li ser gelên me û li ser ewlehî û istiqrara van herêman heman e."

'JI BO SERXISTINA OPERASYONÊ TEVKARÎ PÊWÎST E'

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan diyar kir ku ev operasyon yek ji rêbazên bersivandina dijminê Tirk û rêbazên wê yên cuda ne, di heman demê de istiqrara herêmê diparêze û êrişên çekdarî dibersivîne û got: "Lê di aliyê leşkerî û dîplomasî de gelek gav hene divê bên avêtin da ku em herêmên xwe ji êrişên Tirkiyê biparêzin."

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm di dawiyê de îşaret bi girîngiya tevkariya tevahî sazî û gel bi hêzên ewlekariyê re kir û got: "Erkê her welatiyekî ye ku di vê operasyonê de tevkar be. Tevkariya di navbera hêzên ewlekariyê, hêzên leşkerî û tevahî saziyên Rêveberiya Xweser û gel de wê bi paqijkirina herêmên me ji wan ajanan tacîrdar bibe."

OPERASYONA PARASTINÊ JI ÊRIŞAN E

Hevserokê Partiya Kesk a Demokratîk Luqman Ehmê bal kişand ser êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur  û Rojhilatê Sûriyê û got: "Ev êriş ne nû, lê ji destpêka Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya 2012'an ve, bi taybet êrişên yekemîn ên li ser Serêkaniyê û heta niha berdewam in."

Ehmê diyar kir ku li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû cure şer tên kirin da ku îradeya gelên wê were têkbirin û herêm bi hêsan were dagirkirin.

Têkildarî Operasyonê Sondê jî Luqman Ehmê wiha got: "Operasyona Sondê ya ku QSD'ê li dijî sîxuran ragihandiye cureyek ji cureyên parastin û berxwedana li hemberî êrişên li ser herêmê ye. Ev operasyon di demeke gundaw de hat ragihandin, ji ber vê yekê ev cure parastin di vê di çarçoveya operasyonê de sînordar nemîne."

Ehmê jî îşaret bi girîngiya tevkariya gel bi hêzên ewlehiyê re kir da ku operayson bi ser bikeve û wiha dom da axaftina xwe: "Ev kar ne tenê ji hêzên leşkerî û ewlehiyê tê xwestin, lê girêdayî hemû şêniyan e, divê şênî hişyar bin û bi saziyên ewlehiyê re koordîne bikin."

Têkildarî çawaniya darizandina ajanan, Ehmê got: "Ji bo kesên ku ev sûc kirine, cezayê çend sal girtîgeh têrê nakê. Em baş dizanin ku herêm di rewşeke şer de ye, qanûnên ku cîhanê ji bo rewşên ewle û mafên domandina jiyanê ji bo her kesî danîne, nabe di rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin pêkanîn."

MAFÊ GEL E KU CEZAYÊ LI SÎXUR Û AJANAN DIYAR BIKE

Ehmê anî ziman ku divê nêrîn û helwestên şêniyan di ber çavan re werin girtin û li ser vê esasî sîxur werin cezakirin û wiha axaftina xwe dewam kir: "Ji ber ku herî zêde şênî ziyan dîtine, divê cezayê tesfiyekirinê di dadgehên têkoşîna li dijî terorê de li wan were birîn. Bi vê rêbazê dê rê li ber belavbûna sîxûran li herêmê were girtin, her wiha gaveke ku dê rihetiyê bixe dilê şêniyan û malbatên ku li ber destê wan sîxuran zarokên xwe ji dest dan."

Hevserokê Partiya Kesk a Demokratîk Luqman Ehmê banga beşdarbûna dadgehkirina wan sîxuran li gel kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dijmin wê di avakirina sîxurên xwe li herêmê de nesekine, ji ber vê yekê divê operasyon dirêj be, ji ber ku girtina sîxuran wê moralê gel û baweriya wê bi hêzên leşkerî û ewlehiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re zêde bike, Her wiha ev operayson dê ji bo tevahî şêniyan dehfek be ku beşdar bibin û agahiyan bighînin saziyên ewlehiyê û sîxuran di dadgehên adil de ceza bikin."

ANHA