Leşkerên Tirk li ser sînorê Kobanê ciwanek qetil kir

Dewleta Tirk a dagirker li nêzî sînorê gundê Koran ê rojhilatê bajarê Kobanê ciwanek qetil kir.

Leşkerên Tirk li ser sînorê Kobanê ciwanek qetil kir
4 tebax, 2022   17:51
KOBANÊ

Leşkerên dewleta Tirk a dagiker li nêzî sînorê gundê Koran ê dikeve rojhilatê bajarê Kobanê bi erebeyeke zirxlî ya kirpî gule li ciwanê bi navê Îbrahîm Osman Mistefa (27) reşand.

Îbrahîm Osman Mistefa ku li ber pezê xwe bûn, di encama gulebaranê de birîndar bû û piştî 30 deqeyan li nexweşxaneya Kobanê şehîd bû.

ANHA