Dewleta Tirk di 5 mehan de bêhtirî 4 hezar penaberên sûrî dersînor kirine

Ajansa me bi rêya çavkaniyên ji kantona Girê Spî ya dagirkirî hejmara penaberên sûrî yên ku dewleta Tirk a dagirker di 5 mehên borî de vegerandine kantonê, belge kir.

Dewleta Tirk di 5 mehan de bêhtirî 4 hezar penaberên sûrî dersînor kirine
4 tebax, 2022   06:43
EYN ÎSA

Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Teyyîp Erdogan di Gulana borî de projeya bicihkirina milyoneke penaberên sûrî li herêmên dagirkirî ragihandibû.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê Sûriyê bi giştî vê yekê red dike. Dewleta Tirk a dagirker jî piştî ragihandina Erdogan dest bi dersînorkirina gelek penaberên sûrî kir.

Li gorî agahiyên ku ajansa me ji çavkaniyên xwecihî bi dest xistine, gelek penaberên sûrî li ser du beşan gihaştin kantona Girê Spî ya dagirkirî. Li gorî heman çavkaniyan, di 5 mehên borî de 4 hezar û 181 penaber tevî malbatên xwe li Girê Spî hatin dersînorkirin. Ew penaber ji Idlib, Humis, Xûta Şerqiyê û Hemayê ne.

Her wiha di meha borî de rêjeya herî zêde ya penaberên hatine şandin gihaşt hezar û 191.

Li gorî çavkaniyan, ew penaber li malên şêniyên kantona Girê Spî ya dagirkirî hatine bicihkirin. Ew penaber li bendê ne ku dagirkeriya Tirk bi pereyên Qeter û Kiwêtê avahiyên mêtîngeriyê ava bike û wan tê de bi cih bike.

Ew avahî li bajarokê Eyn Erûs û li aliyê rojava ya li derdora kantona dagirkirî tên avakirin. Wezîrê Karên Hundirîn a dewleta Tirk Suleyman Soylo beriya du mehan serdana van avahiyan kir û da ku divê bi lez ev proje were temamkirin, da ku milyoneke penaberên sûrî li wan avahiyan werin bicihkirin.

ANHA