Hemrîn Elî: Bi mezinkirina têkoşînê em ê bersiva êrişan bidin

Hevseroka Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Hemrîn Elî diyar kir ku hedefgirtina fermandar û endamên saziyên ewlehiyê û leşkerî yên herêmê, hedefgirtina destkeftiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê ye û hewldana vejandina DAIŞ`ê ye. Hemrîn destnîşan kir ku mezinkirina têkoşînê dê bersiva li hember êrişan be.

Hemrîn Elî: Bi mezinkirina têkoşînê em ê bersiva êrişan bidin
4 tebax, 2022   06:23
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Plana ku çeteyên DAIŞ`ê li axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk neaniye, dewleta Tirk a dagirker îro bi rêya balafirên xwe yên bêmirov ên biçek pêk tîne û şervanên ku şerê DAIŞ`ê kirine û cîhan ji xeteriya wan xilas kirine, dike hedef.

Di kêmtirî mehekê de, balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker 3 fermandarên YPJ û QSD; Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan, 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn; Beşar Elî Bozan, Cîhan Mihemed Mistefa, Sara Mihemed El-Hisên û Selma Elî Mistefa  şehîd xistin.

QSD`ê ku DAIŞ`ê ji aliyê cografî ve tune kir, Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî ku têkoşn li dijî şaneyên wê meşand, bi awayekî yekser ji aliyê dagirkeriya Tirk ve li ber çavên Koalîsyona Navneteweyî û cîhanê bi giştî têne hedefgirtin.

YÊN KU DAIŞ TÊK BIRINE, DIKIN HEDEF

Têkildarî mijarê, hevseroka Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Hemrîn Elî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef.

Hmerîn Elî hemû şehîdên azadiyê, di nav de fermandar fermandara Yekîneyên Antî Teror (YAT) Jiyan Tolhildan, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Selma, Sara û Cîhan, ku di encama hedefgirtina erebeya wan li Eyn Îsayê de di 28`ê Tîrmehê de şehîd bûbûn bibîr anîn.

Hemrîn Elî balkişand ser rola Hêzên Ewlekariya Hundirîn di tunekirina çeteyên DAIŞ`ê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û parastina hemû girtîgehên ku çeteyên DAIŞ`ê tê de tên ragirtin û got: “Hêzên ewlekariyê, saziyeke ewlehiyê ye, erkê wê parastina destkeftiyên şoreşê, pêkanîna ewlehî û aramî li herêmê, tunekirina terora DAIŞ`ê li herêmê û parastina girtîgehên ku çeteyên DAIŞ`ê tê de têne ragirtin.”

Hemrîn Elî anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, fermandar û endamên wê dike hedef û bi van êrişan hewl dide ewlehiya herêmê têk bibe.

TÊKBIRINA VÎNA JINÊN AZAD

Hemrîn Elî îşaret bi zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî fermandar û pêşengên jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û ev li gotinên xwe zêde kir: “Jinên pêşeng çi yên YPJ, yan jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn tên hedefgirtin. Dewleta Tirk a dagirker hewl dide  bi van siyasetên xwe jinan bike hedef da ku vîna jina azad bişikîne ku ji li cîhanê bi giştî bûye mînak.”

Hemrîn Elî got hedefgirtina jinên azad, fermandar Jiyan Tolhildan û şervanên din wek hedefgirtina destkeftiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi nav kir û got, ji ber ku jin ji roja destpêkê û heta niha pêşenga şoreşê ye.

Hemrîn Elî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker, vîna jinên azad li ser siyasetên xwe xeter dibînin, ji ber ku jinên azad dikarin civakeke azad ava bikin.

Hemrîn Elî wiha pê de çû: “Jinan di Rêveberiya Xweser de cihê xwe di hevserokatiyê de girt. Bi rêya birêxistinbûyîn û têkoşîna xwe, hewl da modeleke demokratîk li Sûriyê pêk bîne. Ji bo têkbirina van destkeftiyan dewleta Tirk a dagirker asta gef û êrişên xwe li dijî herêmê bi taybet li dijî jinan zêde kir.”  

VEJANDINA DAIŞ'Ê

Hemrîn Elî têkildarî hewldanên dewleta Tirk a dagirker a vejandina DAIŞ`ê bi rêya hedefgirtina saziyên ku hewl didin wê tune bikin, wiha axivî: “Ji destpêka şoreşê û heta niha, dewleta Tirk a dagirker  çi bi rêya êrişên yekser an jî bi rêya çeteyên DAIŞ`ê be, li dijî projeya Rêveberiya Xweser kar dike. Piştî tunekirina DAIŞ`ê ji aliyê QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve, dewleta Tirk bi rêya ajan û sîxuran û şaneyên DAIŞ`ê yên li herêmê, hewl dida  DAIŞ`ê li herêmê vejîne.”

KOALÎSYONA NAVNETEWEYÎ BERPIRSA BINPÊKIRINAN E

Hemrîn Elî balkişand ser bêdengiya Koalîsyona Navneteweyî ya li hember hedefgirtina fermandar û endamên saziyên ku DAIŞ tune kirine û got: “Koalîsyona Navneteweyî û Rûsya, berpirsên van sûcan in ku li dijî sivîlan, navendên xizmetguzariyê û pêşengên QSD`ê têne kirin. Bêdengiya wê li hember  van sûcan, erêkirineke veşartî ye ku dewleta Tirk herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya balafirên xwe bike hedef.”

'BI MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ EM Ê TOLA ŞEHÎDAN HILÎNIN'

Hevserokê Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hemrîn Elî got: “Wê bi rêya mezinkirina têkoşîna li ser şopa şehîdan mîna Sara, Cîhan û Selma bersiva dewleta Tirk a dagirker bê dayîn û tola şehîdên xwe hilînin.”

Di dawiyê de Hemrîn Elî got: “Ji bo parastina ewlehiya xwe em ê têkoşînê mezin bikin. Ev dê bersiva me ya li hember êrişan, şerê taybet û hewldanên li dijî ewlehiya me be.”

(şx)

ANHA