​​​​​​​Piştî civîna Tehranê û beriya civîna Soçiyê, armancên zêdebûna êrişan li Sûriyê çi ne?

Piştî civîna Tehranê û beriya civîna di navbera serokên Rûsya û Tirkiyê de “herêmên bêçek” rojane ji aliyê balafirên Rûsyayê û hêzên hikumeta Şamê ve têne bombebarankirin, hemwextî wê dewleta Tirk a dagirker êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin. Rojnamevan Hesen Remo diyar kir ku ev rûdan, peyamên fişar û bazaran e ku li ser hesabê gelê Sûriyê pêk tên.

​​​​​​​Piştî civîna Tehranê û beriya civîna Soçiyê, armancên zêdebûna êrişan li Sûriyê çi ne?
4 tebax, 2022   06:48
NAVENDA NÛÇEYAN-LÎLAV DÊWANÎ

Hemwextî lidarketina civîna Tehranê di 19`ê Tîrmehê de, li “herêmên bêçek” ku beşin ji Heleb, Idlib, Laziqiye û Hemayê digire nava xwe, topbaran berdewam kir û bi bidawîbûna civînê re asta wê zêde bû. Êdî rojane herêmê ji aliyê Rûsya û hikumeta Şamê ve tên topbarankirin. Li aliyekî din jî çeteyên dewleta Tirk herêmên hikumeta Şamê dikin hedef. Dewleta Tirk a dagirker jî êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin.

Bi dehan gund û bajarokên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne hedefa topavêj û balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker. Di encamê de gelek welatî, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, şervan û fermandarên QSD`ê şehîd bûn.

Hemwextî wê, dewleta Tirk a dagirker gefa pêkanîna êrişên berfireh li dijî herêmê xwarin da ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike.

Di 19`ê Tîrmehê de jî, li Tehran paytexta Îranê civîneke sêalî di navbera serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn, serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî de li dar ket. Mijarên wekî dosyaya Sûriyê, gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û destwerdana Rûsyayê ya li Ukraynayê rojeva civînê bûn.

Rûsya û Îranê di civînê de diyar kir ku ew pêkanîna êrişan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikin. Her duyan eşkere kir ku her operasyoneke leşkerî ji aliyê Tirkiyê ve, dê ewlehiya li herêmê têk bibe û banga dîtina çareseriya siyasî ji bo welêt kir.

Lê ji êrişên li dijî “herêmên bêçek” û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, diyar dibin ku di wê civînê de lihevkirin li paş perdeyê di navbera hêzên bi nakok ên li Sûriyê de hene.

LIHEVKIRINÊN LI PAŞ PERDEYÊ

Têkildarî mijarê rojnamevan û pisporê kar û barên Rojhilata Navîn Hesen Remo ji ajansa me re axivî û diyar kir ku geşedanên li Idlibê û “herêmên bêçek” rû didin û encamên civîna Tehranê bi hev ve girêdayî ne û wiha domand: “Ev geşedan, encama lihevkirinên li paş perdeyê ne. Her sê aliyan, plan li gorî berjewendiyên xwe ne li gorî berjewendiya gelê Sûriyê danîn.”

Hesen Remo, zêdebûna êrişan li ser Idlibê û herêmên bêçek bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve girêda û got: “Dema em van bûyeran binirxînin, dê bala me bikişîne ku êrişên li ser Idlibê bi êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve girêdayî ne. Yek ji xalên li ser hatiye lihevkirin di civîna Tehranê de bi taybet di navbera Rûsya û dagirkeriya Tirk de benda “şerê hêzên terorîst” e. Her aliyek bi nêrîna xwe mijarê şîrove dike. Rûsya û hikumeta Şamê Idlib wek strageha terorê dibînin. Ev mijar rast e. Ji ber êdî ew herêm ji çeteyên Cebhet El-Nusra û Hûrasûdîn û DAIŞ`ê re bûne stargeh. Ji ber wê êrişên xwe li dijî wan herêman didomînin. Di rojên bê de dê detayên wan lihevkirinan eşkere bibin. “

Remo ev li gotinên xwe zêde kir: “Ji mijarên bingehîn ên ku hêzên Rûsya dixwaze pêk bîne, vekirina rêya di navbera Heleb û Laziqiye de ye ji bo bazirganiyê, li gel ku rewşa aborî ya hikumeta Şamê trajedîk bûye. Ji ber wê, dixwaze rêya bazirganiyê ya navneteweyî ya M4 di navbera her du aliyan de veke da ku bandora aloziya aborî ya li herêmên hikumeta Şamê sivik bike. Lê planên dewleta Tirk jî hene.”

HEWLDANÊN VEJANDINA LIHEVKIRINA EDENEYÊ

Rojnamenvan Hesen Remo îşaret bi detayên lihevkirinên li paş perdeyê yên di navbera Rûsya û Tirkiyê de kir û got: “Di vê dawiyê de ev deta eşkere bûn. Wezîrê karên derve yê Tirkiyê beriya çend rojan ragihand ku ew amade ne di aliyê siyasî de û li dijî kurdan diyalogê bi hikumeta Şamê re bikin. Ev daxuyanî bê guman, ne ji valahiyê hatiye. Lê belê îsbat dike ku lihevkirinek di navbera Rûsya û Tirkiyê de heye. Rûsya dixwaze herêmên derveyî kontrola hikumeta Şamê, vegerîne bin serweriya wê mîna ku tu şoreş li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar neketiye û tu herêmê rizgar nebûye.”

Remo anî ziman ku Rûsya beriya civîna Tehranê, bi awayekî domdar teqezî dikir ku çareseriya di navbera hikumeta Şamê û Tirkiyê de di vegera lihevkirina Edene ya sala 1998`an de nixumandî ye û wiha domand: " Ev lihevkirin li dijî kurdan e. Her du aliyên lihevkirinê kurdan û têkoşîna wan bi terorê tawanbar kir û divê bi hemû rêbazan li hemberê bisekinin. Bendeke vê lihevkirinê heye ku derfetê dide dewleta Tirk a dagirker ku bikeve axa Sûriyê û kurdan bi çekê NATO`yê tune bike. Bûyerên ku niha rû didin ji vê lihevkirinê ne dûr in.”

BAZAR LI SER HESABÊ GEL

Rojnamevan Hesen Remo diyar kir ku rêvekirina Rûsya ji Tirkiyê re ku êrişên din li dijî herêmê pêk bîne, wê ne bê berdêl be, wê daxwazên Rûsyayê hebin û wiha anî ziman: “Aliyê Tirk dê amade be tawîzan bide ji ber ku niha di asta hundirîn li Tirkiyê de zaîf bûye û li rex wê aloziya aborî heye. Rûsya ji êrişên domdar ên li dijî herêmên bêçek, peyaman dide Erdogan ku neçare lihevkirinên berê û yên nû pêk bîne, çi têkildarî rewşa li Idlibê yan jî li Ukraynayê yan jî derxistina nakokiyên nû, qutkirina têkiliyan di navbera Tirkiyê û NATO`yê de da ku tev li hevbendiya xwe bike.”

Der barê serdana Erdogan a Soçiyê de ku tê payîn 5`ê Tebaxê pêk were, Remo got: “Pûtîn û Erdogan wê têkiliyên dualî û dosyayên herêmê û navneteweyî nîqaş bikin. Bêguman Erdogan dê hewl bide, destûrê ji Rûsya bigire ku êrişeke berfireh li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komkujiyên din pêk bîne. Bi taybet, piştî ku geşedanên din li ser erdê rû dan, mîna lihevkirina leşkerî ya di navbera hêzên hikumeta Şamê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de, helwesta cidî ya Îranê li hember êrişên li dijî Til Rifetê ji ber ku ev êriş berjewendiyên Îranê dixin xeteriyê.

Li beramber wê Rûsya bi rêya zêdekirina êrişan li dijî herêmên bêçek, peyamanên zextê dide Erdoganê ku ew dikare kengî bixwaze ewlehiya li herêmê têk bibe û tevliheviyê belav bike, bi armanca ku wê neçar bike ku tawîzan bide û herêmên din bide Rûsyayê, da ku piştre vegerîne bin kontrola hêzên hikumeta Şamê.”

Remo, rûdana nakokiyekê di navbera Rûsya û Tirkiyê de li Sûriyê dûr dibîne ji ber her du alî, li ser mijara Sûriyê li hev kirine, armanca wan firehkirina hegemoyê û pêkanîna berjewendiyan li Sûriyê ye û wiha nirxandina xwe domand: “Lê dibe ku Tirkiyê li ser berjewendiyên Rûsya xeteriyê çêke, nemaze têkildarî baregeha Himêmîm ku bi hezaran çeteyên Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam, DAIŞ û çeteyên din ên li wan herêman bi kar bîne çi bi alîkariya NATO`yê da ku hebûna Rûsya li Sûriyê derbe bike û şerekî nû rû bide ku Rûsya ji şerê li Ukraynayê dûr bikin.”

Remo wiha berdewam kir: “Rûsya ne amade ye şerekî din li Sûriyê pêk bîne ji ber wê têkilî û danûstandinên Rûsya û Tirkiyê û heta planên wan li ser hesabê gelê Sûriyê berdewam in. Ji destpêkê ve têkiliyan wan li ser vê bingehê ava bûne û dê wisa berdewam bikin.”

PEYAMÊN FIŞARÊ

Têkildarî pirsa bandorên van plan û lihevkirinên aliyên derve li ser aloziya Sûriyê, Remo got: “Helbet ev bûyerên li Sûriyê di navbera aliyan de rû didin, xwedî peyam in. Her aliyek dixwaze hegemoya xwe li herêmên Sûriyê firehtir bike. Delîl jî, zêdebûna hedefgirtinên leşkerî beriya her civînekê mîna Soçî yan jî Astana.”

Di dawiyê de Remo got: “Her aliyek bi rêya van hedefgirtinan, hewl dide kaxizên di destê xwe de xurttir bike da ku hebûna wan di civînê de ya herî bihêz be û karibin tawîzan li ser hesabê berjewendiya gelê Sûriyê bi dest bixin.”

(şx)

ANHA