​​​​​​​Emîne Osê: Amadekariyên rewşa awarte di asteke baş de didomin

Emîne Osê destnîşan kir ku asta kar û xebatên Rêveberiya Xweser û komîteyên wê di çarçoveya rewşa awarte de, gihaştiye asteke baş di aliyên tenduristî, xizmetguzarî, rêxistinî û leşkerî de.

​​​​​​​Emîne Osê: Amadekariyên rewşa awarte di asteke baş de didomin
4 tebax, 2022   03:39
REQA-EHMED EL-ESAF

Li dijî êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 6`ê Tîrmehê de rewşa awarte ragihand û li gorî derfetên xwe, komîte û saziyên xwe kir xizmeta sekna li hember êrişên li dijî herêmê û perspektîf da wan ku amade bin.

Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê, ji ajansa me re axivî û behsa amadekariyên di vê çarçoveyê de têne kirin, kir û got: “Piştî ku Meclisa Giştî rewşa awarte ragihand, bi rêveberiyên sivîl û xweser re mijara avakirina şaneya aloziyê hat nîqaşkirin.”

Emîne Osê wiha domand: “Ev şane ji desteyên têkildarî vê mijarê hat avakirin mîna tenduristî, şaredarî, kar û barên civakî û xebitandinê û aborî. Ji her desteyek û komîteyekê hat xwestin ku di çarçoveya rewşa awarte de plansaziyekê deynin. Di vê demê de, desteyên têkildar serdana rêveberiyên xweser û sivîl kir û li ser rewşa heyî û danîna bernameyê û plansaziyê li gorî rewşa awarte agahdar kir.” 

Emîne Osê diyar kir ku Desteya Tenduristiyê, di vê serdanê de girîngî da peydakirina dermanan û pêdiviyên destwerdana lezgîn ji hemû nexweşxaneyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, vekirina dewreyên perwerdeyê ji karmendên qada tenduristiyê û kesên din da ku hemû beşên civakê hazir bin û erkê xwe di vê qadê de bînin cih.”

Emîne Osê wiha pê de çû: “Desteya Aborî jî, ji bo peydakirina madeyên bingehîn û xwarinê di vê demê de heke şer rû bide bernameyek danî. Miqdareke baş a madeyên bingehîn mîna şekir û ard depo kir. Hîna jî xebatên xwe di vî warî de bi firin, stasyonên avê û saziyên din ên xizmetguzarî re didomîne.''

Emîne Osê ev li gotinên xwe zêde kir: “Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê, li ser kampan geriya, da ku ji asta amadebûna wan ji bo pêşwazîkirina koçberan heke şer rû bide, teqez bibe.”

Her wiha Emîne Osê daxuyand ku hemû deste û saziyên Rêveberiya Xweser li rex kar û xebatên din, hemû projeyên pêwîst nirxandin ku divê di rewşa awarte de bên girtin û rolek di parastina gel ji şer de dilîzin.

Emîne Osê wiha anî ziman; “Li rex van kar û xebatan, hemleyên rêxistinî tên meşandin ji bo perwerdekirina şêniyan li ser xwebirêvebirinê û xweparastinê heke şer rû bide. Dezgehên çapemeniyê û yên jinan, li hember şerê taybet ku dibe sedema metirsiya şêniyan, hemleyên hişyarkirinê li dar xistin.”   

Emîne Osê diyar kir ku deste û saziyên têkildar cihê xwe di rêveberiya şaneya aloziyê de girt û hîna li ser karê xwe ne û got: “Meclisa Rêveber jî, kar û xebatên şaneyê dişopîne, vî karî û rêbazên peydakirina pêdiviyên din dinirxîne”.

Emîne Osê destnîşan kir ku asta kar û xebatên hemû desteyên Rêveberiya Xweser û komîteyên wê, gihaştine asta ku tê xwestin û diyar kir ku hinek kêmasî hene ji ber dorpêça li ser herêmê û girtina deriyên sînor. Emîne Osê eşkere kir ku hewldan tê kirin ku amadekarî li gorî rewşa şer be.

Der barê kar û xebatên Rêveberiya Xweser de di dema bê de, Emîne Osê got: “Rêveberiya Xweser di vê demê de, xebatên şaneyên aloziyê yên hemû rêveberiyên xweser û sivîl, pêdiviiyên wan û rêbazên peydakirina wan pêdiviyan dinirxîne.”

Di dawiyê de Emîne Osê got: “Li ser asta dîplomatîk, hewldanên Rêveberiya Xweser hene ku şerê pêk neyê, lê heke pêk were wê amade be.”

(şx)

ANHA