Sedr banga jihevxistina parlamento kir

Serokê Tevger Sedr Muqteda Sedr bi peyamekê banga hilweşandina Parlamentoya Iraqê û hilbijartina pêşwext a Parlmentoya Iraqê kir.

Sedr banga jihevxistina parlamento kir
3 tebax, 2022   19:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Tevger Sedr Muqteda Sedr peyamek peşkêş kir û banga hilweşandina Parlamentoya Iraqê û hilbijartina pêşwext a Parlmentoya Iraqê kir.

‘EM TI CARÎ RIJANDINA XWÎNÊ NAXWAZÎN’

Serokê Tevger Sedr Muqteda Sedr destnîşan kir ku ew ne li dijî ti kes û aliyekê ne û got: “Me li gel wan giftûgo ceriband. Me dît ku çi bi serê welat de hat, wêrankarî li pey hat. Piştre gel gotina xwe got, giftûgo li gel wan sûdê nade. Em ti car rijandina xwînê naxwazin, lê belê reform bi qurbanîdanê dibe. Ez amade ne ku ji bo reform, rizgariya gel û niştiman şehîd bibim. Ey xelkê Iraqê, eger hûn guhertin û reformê dixwazin, ez li benda we me. Eger hûn rewşa niha dixwazin hûn dizanin.”

Sedr diyar kir ku tiştê niha rû dide, pêşbaziya li ser desthilatê ye û wî hîn biryar nedaye tev li hilbijartinên bê bibe.

Sedr diyar kir ku ew bawer e piraniya gel ji vê çîna desthilatdar tije bûye û ew jî jê ne razî ne û got: “Em bi riya proseyeke demokratîk a aştîxwaziya şoreşgeriyê daxwaza referomê dikin.”

Serokê Tevger Sedr Muqteda Sedr diyar kir ku divê xwepêşandar û şoreşger bimînin û berdewam bikin.