ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-08-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-08-2022
3 tebax, 2022   23:00

-Hêzên Ewlekariya Hundirîn a gundewarê rojava yê Dêrazorê, li herêma Ezba  di panelekê de xebatên xwe dinirxîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Saziyên sivîl ên gundewarê rojhilat ê Dêrazorê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyekê dide, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Emîne Osê destnîşan kir ku asta kar û xebatên Rêveberiya Xweser û komîteyên wê di çarçoveya rewşa awarte de, gihaştiye asteke baş di aliyên tenduristî, xizmetguzarî, rêxistinî û leşkerî de. Her wiha diyar kir ku Rêveberiya Xweser li ser asta dîplomatîk gelek hewldanan dike da ku rê li pêşiya rûdana şer bigire. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Deste û komîteyên tenduristî, şaredarî, aborî û parastin ên kantona Qamişlo di çarçoveya rewşa awarte ya li hemberî gefên dewleta Tirk  dagirker de amadekariyên xwe didomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- MÎT’a Tirk û çeteyên wê kantona Efrînê ya dagirkirî veguherand girtîgeheke mezin ku tê de hemû cureyên îşkenceyê li welatiyên resen ên mayî têne kirin. Ajansa me navend û nuqteyên bicihbûna dagirkerî, çete û girtîgehên wan ku beriya wê avahiyên zindî û perwerdê bûn, eşkere kirin. Di wan girtîgehan de sûcên şer û dermirovî pêk tên.

-12 siwarî, hêzên Rojavayê Kurdistanê, keç û xortên Êzîdxanê DAIŞ têk bir, bi berxwedanê plan têk birin. Ev xweseriya ku bi berdelên giranbuha û banga rêber Abdullah Ocalan hate ragihandin li dijî hemû êriş û xetereyan vê peyamê dide dagirkeran; “Êdî Şengal wekî berê nabe.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ajansa me bi rêya çavkaniyên xwecihî yên li kantona Girê Spî ya dagirkirî hejmara penaberên sûrî yên ku hikûmeta Tirk di 5 mehên borî de vegerandine kantonê bi dest xist.

ANALÎZ

- Êzidiyan her dem bawerî û ola xwe ji hemleyên qirkirina çandî û leşkerî yên li djiî wan pêk hatine, parastine. Lê belê dijminên civaka êzidî û yên hewl didin êzidiyan qir bikin, bi kuştinê têr nebûn, lê belê ji berê ve û heta niha hewl didin koka Êzdiyatiyê derb bikin û koka Kurdan biqelînin.

- Êzidiyan her dem bawerî û ola xwe ji hemleyên qirkirina çandî û leşkerî yên li djiî wan pêk hatine, parastine. Lê belê dijminên civaka êzidî û yên hewl didin êzidiyan qir bikin, bi kuştinê têr nebûn, lê belê ji berê ve û heta niha hewl didin koka Êzdiyatiyê derb bikin û koka Kurdan biqelînin.

RAPOR

- Piştî civîna Tehranê û beriya civîna di navbera serokên Rûsya û Tirkiyê de, “herêmên bêçek” rojane ji aliyê balafirên Rûsya û hêzên hikumeta Şamê têne bombebarankirin, hemwextî wê dewleta Tirk a dagirker asta êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kir. Rojnamevanekî sûrî, diyar kir ku ev rûdan, peyamên fişar û bazaran e ku li ser hesabê gelê Sûriyê pêk tên.

JIN

- Şervana YAT'ê Barîn Botan da ser şopa şehîd Barîn Kobanê û Cuma Botan û di oxira azadî û heqîqetê de şehîd bû. Şehîd Barîn Botan her tim digot "Ez jiyana koletiyê qebûl nakim û divê hemû jin rewşa ku tê de dijîn qebûl nekin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Hemrîn Elî diyar kir ku hedefgirtina fermandar û endamên saziyên ewlehiyê û leşkerî yên herêmê, hedefgirtina destkeftiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê ye û hewldanên dewleta Tirk a dagirker e ji bo vejandina DAIŞ`ê ye. Hemrîn Elî destnîşan kir ku mezinkirina têkoşînê dê bersiva hêzê li hember êrişan be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA