​​​​​​​Komîteya Şilêr a Zarokan fermana 3'yê Tebaxê ya li Şengalê şermezar kir

Komîteya Şilêr a Zarokan bang li tevahî dewlet, saz û rêxistinên mafên mirovan û zarokan kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî zarokan rawestîne û fermana li Şengalê şermezar kir.

​​​​​​​Komîteya Şilêr a Zarokan fermana 3'yê Tebaxê ya li Şengalê şermezar kir
3 tebax, 2022   18:23
QAMIŞLO

Bi dehan zarok li pêşiya Baxçeyê Rêber Abdullah Ocalan a li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo kom bûn û bi daxuyaniyekê qurbaniyên fermana 3'yê Tebaxa 2014'an a li Şengalê şermezar kir.

Di kombûnê de Komîteya Şilêr a Zarokan daxuyanî da. Endama rêveber a komîteyê Culya Xelo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Şengalê û komkujiyên wê yên li dijî xelkê Şengalê di serî de zarok, hatin şermezarkirin û bang li hemû dewlet, saz û rêxistinên mafên mirovan û yên zarokan hate kirin ku sûcan rawestînin.

Her wiha hate gotin: "Bi navê tevahî zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi navê her zarokekî Kurd, her zarokekî Êzidî em dibêjin ku em şer naxwazin, em dixwazin zarokên ku di destê DAIŞ'ê de werin rizgarkirin."

ANHA